"Rojnamegeriya Kurdî deng, reng û zimanê gelê xwe ye"
Bi boneya 124`emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî, xebatkarên ragihandinê yên li Kobanê destnîşan kirin ku rojnamageriya Kurdî gavên gelek mezin avêtiye û rojnamegerên jin jî gelek serkeftin bi dest xistine.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê - Her sal di 22`ê Nîsanê de Roja Rojnamegeriya Kurdî ji aliyê bi sedan rojnamegerên Kurd ve tê pîrozkirin. Ev roj xwe dispêre derketina rojnameya yekemîn a bi navê Kurdistan ku di 1898`an de ji aliyê malbata Bedirxaniyan ve li paytaxeta Misir Qahîrayê hatiye çapkirin. Derketina vê rojnamayê bû tovên bingehîn ên berfirehkirina qada ragihandina Kurdî li Kurdistanê û derveyî welat. Di nava van 124 salên xebatên raghandinê de, jinên Kurd jî roleke girîng lîstin. Ev mîrate ji Rewşen Bedirxan dest pê kir bi Sakîne, Gurbetellî, Şîlan, Denîz, Nûjiyan û Dilîşan ve bi sedan jinên ku di oxira derxistina rastiyê de canê xwe feda kirin, hat bi dest xistin. Bi vê boneyê ajansa me der barê asta pêşketina rojnamegeriya Kurdî û li ser rola jinên Kurd a di nav van pêşketinan de nêrîn û nirxandinan girt.
"Derfet kêm bûn û zextên rejîma Sûriyeyê zêde bûn"
Endama Meclisa Edaleta Jin Felek Yusif behsa kar û xebatên çapemeniyê di dema Şoreşa 19`ê Tîrmehê de kiriye, xebatên ragihandinê yên wê demê kir û got: "Weke dayikek wê demê nêzî 5 salan di çapemeniyê de xebitîm. Derfetên me gelek kêm bûn, yek kompûter, yek printera me û wênekêşeke biçûk hebû. Min odeyeke malê ya li aliyê piştê ji bo karê xwe veqetandibû û min nedihişt kes derbasê odeyê bibe. Heftane encamên hevdîtina parêzeran bi Rêber Apo re ji me re dihatin, me jî çap dikir û li hemûyan belav dikir. Printera me bê ling bû, ji bo vê her carekê zarokekî min di hembêza xwe de digirt da ku ez hevdîtinên Rêbertî çap bikim. Her wiha dema ku bûyer çêdibûn, me dîmen, wêne û nûçeyên ji bo Roj Tv dişand, pişt re me êdî ji Ronahî Tv re şand. Ev yek jî gelek zehmet bû, ji ber ku derfetên înternetê gelek lawaz bûn. Hemû sîm ji aliyê dewletê ve dihatin şopandin, ji bo vê sîmeke me hat şewitandin. Carekê polîsên rejîma Sûriyeyê êrîşî mala min kir û hevjînê min, kompîtor, printer û hard birin. Hewl dan min jî bibin ji ber ku dizanibûn ez li ser kompîtorê kar dikim lê ji ber rewşa civakî ya li Kobanê hevjînê min tenê girtin."
"Keda ku me da îro diyar dibe"
Felek Yusif di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser asta pêşketina rojnamegeriya Kurdî û got: "Hestên gelek xweş û bi wate bûn. Rast e karê me di piştperdeyê de bû lê ewqasî jî girîng bû. Di roja îro de piştî şoreşa 19`ê Tîrmehê û bi firehbûna qada raghandinê, em ferq dikin ku keda me daye encam girtiye. Îro bi sedan jin bûne rojnamevan û pêşkêşvaniyê dikin, kamerevan, wênekêş, nivîskar, edîtor û montajê dikin. Her wiha beşên medyaya taybet ên jinan hatine avakirin û jin di medyayên giştî de jî dixebitin. Ev gav û pêşektin ji bo min moral û kêfxweşî ye. Li Sûriyeyê ragihandin zimanê dewletê bû, rastî berovajî dikir û berjewendiyên rejîma Sûriyê bi cih dianî. Lê niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandineke azad hatiye ava kirin ku di çarçoveya projeya Netewa Demokratîk tevdigre. Dibe ziman, reng û dengê hemû pêkhateyan. Keda ku me di rojên zor de da, îro serkeftinan qezenc dike."
"Rojnamegerên jin deng û rengê jinan in"
Felek Yusif axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: "Di nava vê şoreşê de jinan di hemû waran de gav avêtine. Em dibînin ku rojnamegerên jin di eniyên şer ên li pêş de dîmen û wêneyan digirin, li gel jinên têkoşer û jinên ku êş jiyane nûçeyan çêdikin. Ragihandinê di berxwedana Kobanê de roleke gelek mezin û bi bandor lîst her wiha di pêngavên rizgarkirina herêmên di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê û li herêmên dagirkirî jî heman tişt nîşan dan. Di têkoşîna derxistina rastiyê de, gelek rojnamegeran jiyana xwe jî ji dest dan. Ji bo vê asta ku îro qada ragihandinê gihîştiyê ye, cihê serfirazî û moralê ye."
"Me ji nivîsek dest pê kir, em gihîştin hezaran"
Xebatkara Jin Tv Zozan Remedan ku di beşa montacê de cih girtiye wiha behsa pêvajoyên pêşketina ragihandina Kurdî kir û wiha got: "Rojnamegeriya Kurdî bi nivîsê dest pê kir lê di roja îro de bi hezaran beşên wê û rojnameger di nav de dixebitin hene. Di sedsala 21`emîn de ragihandin bûye amûra yekemîn a şer, her hêzek li gorî hişmendiya xwe bi kar tîne û civakê di bin bandora xwe de dihêle. Gelê Kurd jî her dem bi qirkirinê re rû bi rû maye lê ji bo ku ev gel li rastiya xwe venegere bi sedan televîzyon, ajans, radyo û rojname hatine girtin ango qedexekirin. Ji lewre em di weşanên xwe de vê yekê bingeh digrin, em ê civaka xwe li rastiya wê ya hatiye asîmîlekirin vegerînin û wan li hember êrîşên heyî hişyar bikin. Ev yek erka me ye, heger em îro şopa rojnamegerên xwe yên destpêkê dişopînin divê ku em armancên wan jî bi cih bînin."
"Em bi weşana xwe civakê sererast dikin û rastiya jinan a dîrokî nûjen dikin"
Zozan Remedan bal kişand ser weşana Jin Tv û got: "Jin di dirêjahiya dîrokê de ji aliyê civak û pergalê ve hatine çewisandin, ji bo ku ev yek were guhertin pêdivî bi pergal ango hişmendiyeke alternatîf heye. Ji lewre weke televîzyona Jin Tv em weşana xwe dispêrin heqîqetê û rêbazên sererastkirina civakê. Şoreşa Rojava jî derfeta herî mezin e ku mirov civakê veguherîne. Rast e me di destpêkê de gelek astengî jiya lê niha jî em di asteke bilind de dixebitin. Em weke ekîba Jin Tv ya Kobanê jî hewl didin bibin ziman, deng û rengê berxwedanî û têkoşîna ku li vî bajarî hatiye meşandin. Em bi vê boneyê jî Roja Rojnamegeriya Kurdî li hemû rojnamegeran pîroz dikin û soza xwe li hember civakê nû dikin."