Efganiyên ku daxwaza ‘edaletê’ kirin, rastî astengiya Talîbanê hatin

Welatiyên Efganî yên xwestin êrişên ku duho li Efganîstanê hat pêkanîn şermezar bikin, ji aliyê Talîbanê ve hatin astengkirin. Jinên ku bi dirûşmeya ‘Edaletê’ meşiyan hedef girtina Hazariyan şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan – Li Efganîstanê êrişên ku duho li Mizgefta Seh Dekanê hat pêkanîn û di encama êrişê de 5 kes jiyana xwe ji dest da û 65’an zêdetir hemwelatî birîndar bû, ji aliyê gelê Efgan ve çalakî hate lidarxistin. Êrişê herî mezin a li welat, li Seh Dekan a girêdayî bajarê Mezar-i Şerif hatibû jiyîn.

Hazariyên li rojavayê Qebûlê ji bo şermezarkirina êrişan daketin qadan. Di meşa ku ji aliyê Talîbanê ve hate astengkirin de Efganiyan dirûşmeyên ‘Em edaletê dixwazin’ bilêv kirin û daxwaz kirin ku bi awayekê lezgîn berpirsiyarê êrişan were girtin.

Jinên Efganî destnîşan kirin ku ew hedefgirina dibistan û awahiyên baweriyan şermezar dikin û heya ku berpirs werin dîtin dê çalakiyên xwe berdewam bikin.