Li Iraqê di 6 mehan de 327 jin rastî êrişa zayendî hatine

Li gorî daneyên fermî, li Iraqê di nava 6 mehên dawî de 327 jin rastî destdirêjiya zayendî hatine.

Navenda Nûçeyan- Li gorî raporek beşa bûyerên zayendî ya li nexweşxaneyên parêzgehên Iraqê, di nava 6 mehên destpêkê yên sala 2024’an de, 421 kes rastî destdirêjiya zayendî hatine.

Di heman raporê de tê gotin ku ji vê hejmarê 327 jê jin û 94 jî mêr in.

Li gorî heman raporê, bi awayek giştî tîmên pispor ji ber rewşa taybet, bi kesên destdirêjî li wan hatiye kirin re, eleqedar dibin.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) jî der barê rewşa jinan giştî û jinên li Herêma Kurdistanê ji tundiyê rizgar bûne de, raporek belav kir.

Li gorî raporê jinên ji tundiya malbatê rizgar bûne, di rewşek xeternak de dijîn her wiha jinên gilî dikin jî piştî giliyê xwe ji aliyekî ve bi gefa tolhildanê re rûbirû dimînin.

‘Piraniya giliyan ji aliyê jinan ve hatine kirin’

Di berdewama raporê wiha hat gotin; “Li gorî daneyên Wezareta Karên Hundir a Iraqê, nêzî 14 hezar gilî di çar mehên ewil yên îsal de, li Herêma Kurdistan û Iraqê hatine tomarkirin. Piraniya van giliyan jî ji aliyê jinan ve hatine kirin, ji vê jî tenê tometbarên nêzî 100 dosyayan hatine cezakirin. Li hemberî vê jî nêzî 3 hezar kes ku tometbar bûn, bi kefalet hatine berdan. Her wiha nêzî 4 hezar û 500 dosya jî bi riya lihevhatina eşîran hatine çareserkirin.”