Doza siyasetmedaran ji bo temamkirina parastinê hat taloqkirin

Danişîna doza 38 kesên ku Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di nav de jê tên darizandin, ji bo parastina xwe temam bikin hat taloqkirin.

Navenda Nûçeyan- Danişîna 25’emîn a doza Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di nav de 38 endamên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin,berdewam kir.

Danişîna dozê li 28’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Hinek kesên ku tên darizandin û parêzer di danişînê de amade bûn. Dozger mutalaya xwe ya ku tê de xwestibû 35 kes bi “endamtiya rêxistinê” bên cezakirin û 3 kes jî bên beraetkirin dubare kir.

Sûcê ‘pedên jinan’

Parêzera Fîlîz Yilmaz a ku ne serbest tê darizandin, Şule Receboglu di danişînê de axivî û diyar kir ku muwekîla wê ji ber axaftinên telefonê, 5 mehan girtî maye û bal kişand ku 38 kes ji ber xebatên siyasî û sendîkal tên darizandin. Şule Recepoglu îşaret bi wê yekê kir ku xebatên HDP, HDK û rêxistinên jinan hatine îllegalîzekirin û wiha got: “Axaftinên muwekîla min kirine belge. Yek ji van axaftinan jî der barê alîkarîdayînê de ye. Muwekîla min li hevalek xwe ya ku xebatên siyasî dide meşandin geriyaye, xurek û pedên jinan xwestibû. Ev axaftin weke xebatên rêxistinê hat nirxandin. Dîsa asaftineke bi telefonê ku alîkariya hiqûqî xwest weke xebatên rêxistinê hatiye nirxandin.”

Filîz Yilmaz da zanîn ku hemû xebatên xwe di bin banê HDP’ê de bi awayek qanûnî daye meşandin.

‘Jiyanê parast’

Parêzera Atîla Şahîn, Dîren Cevahîr jî bal kişand ku HDK saziyeke sivîl a civakî ye û da zanîn ku muwekîlê wê kesekî ku jiyanê diparêze ye. Atîla Şahîn jî tevli parastina parêzera xwe bû.

Parêzerê Îsmaîl Adalmiş, Huseyîn Bogatekîn jî destnîşan kir ku cihgirtina di xebatên partî, komele û sendîkayan de qanûnî ye û got: “Ev darizandineke neheq e. Ji ber ku bi axaftina bi 3 telefonan bi sûcdariya rêxistinê tê sûcdarkirin. Ev rêbaz rêbaza cemaeta Fetulahiyan e. Bi tenê bi axaftinên telefonê îdianame nikare were amadekirin. Em di lêkolînên hatine kirin de dibînin ku tu delîl nehatine peydakirin. Tenê têkildarî HDP’ê hinek peyam hene. HDP jî partiyeke siyasî û qanûnî ye.”

Îsmaîl Adalmiş destnîşan kir ku axaftina wî ya bi telefonê ne sûc e. Kesên tên darizandin û parêzerên wan daxwaza beraetê kirin. Şandeya dadgehê ji bo ku parastin bên temamkirin danişînê taloqî 28’ê Mijdarê kir.