Li Hewlêrê jineke ciwan a 17 salî jiyana xwe ji dest da
Jineke ciwan a 17 salî ya bi navê Merwe Qeys bi awayekê bi guman ji qada 11’an a avahiyekê ket û jiyana xwe jidest da.
Navenda Nûçeyan - Jina ciwan a bi navê Merwe Qeys a 17 salî şeva borî li Hewlêrê xwe ji qata 11’emîn ve avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da. Heta niha tu aliyên pêwendîdar li ser bûyerê agahiyeke fermî belav nekirine.
Bûyerên bi guman zêde bûne
Bûyerên xwekuştina jinên ciwan ên bi guman berdewam dikin û şêwazên mirinê nayên aşkerakirin. Di hinek bûyeran de aliyên ewlehiyê rastiya bûyeran aşkera dikin. Di 1’ê Îlonê de daxuyaniyek ku polîsên Silêmanî dabûn de hat diyarkirin ku ciwanek bi navê Q.M.P ku di sala 1994’an de ji dayik bûye ji ber xwişka xwe kuştiye hatiye girtin.
Di bûyerek din de hat diyarkirin ku di 12’ê Tebaxa 2022’an de ciwanek bi navê K.M.P ku di sala 1993’an de bijîjka dadwerî ya Silêmanî bû, di dema kişandina wêneyên kesûkarên xwe de ji qata nehemîn a mala xwe ketiye xwarê lê piştre derket holê ku ji aliyê birayê xwe ve bi parçeyek hesin hatiye kuştin.