Jinên Şengalî: Em bi QSD’ê re ne
Jinên Şengalê diyar kirin ku ew Operasyona Ewlehî û Mirovî pîroz dikin û heya dawiyê piştgiriyê didin lewre ew bi hêvî ne ku tevahî keçên wan ji destên çeteyên DAIŞ’ê bên rizgarkirin.
EVÎN ZENDA
Şengal - Jinên Şengalê Operasyona Ewlehî û Mirovî ya ku bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya QSD, YPG, YPJ`ê li Kampa Holê dane destpêkirin pîroz kirin û ji bo rizgarbûna Wefa Elî Ebas kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Kampa Holê weke yek ji kampên herî xeternak tê binavkirin. Di vê kampê de ji 50 welatên cuda nêzî 67 Hezar kes dimînin. Tevahî cîhanê guh û çavên xwe ji bangên Rêvegeriya Xweser û Rayedarên Hêzên Suriyeya Demokratîk (QSD) girtine, ne bangên wan ên ku dibêjin ‘bila dadgeheke navneteweyî were vekirin’ ne jî ji banga wan a dibêjin ‘bila her welat hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î bibe û li welatê xwe bidarizîne’ bersiv dan. Bi navê din tevahî cîhanê barê xwe xistiye stûyê Rêveberiya Xweser û QSD’ê.
Di operasyonê de derbên mezin li çeteyan xistin
Bi armanca mîsogerkirina ewlehiya Kampa Holê û bi taybetî jî têkbirina şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê bi pêşengiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn û bi piştgiriya QSD, YPG, YPJ`ê di 25’ê Tebaxa îsal de li Kampa Holê qonaxa duyemîn a Pêngava Ewlehî û Mirovî hat ragihandin. Di encama vê pêngavê de derbên mezin li çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wan hatin xistin.
Ya herî girîng jî ew bû ku keça Êzidî ya bi navê Wefa Elî Ebas a ku di 9 saliya xwe de ketibû destên çeteyên DAIŞ’ê hat rizgarkirin. Li ser vê mijarê jinên Şengalê ji ajansa me re axivîn û dan diyarkirin ku Rêveberiya Xweser û QSD’ê bi vê operasyonê careke din dane diyarkirin ku hêzên ku ji bo çeteyên DAIŞ’ê tune bibin têdikoşin Rêvegeriya Xweser û QSD ne.
“Em hêvî dikin ku QSD hemû jinên dîlgirtî rizgar bike”
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Filuz Berkat di despêka gotina xwe de ji bo rizgarbûna keça Êzidî ya bi navê Wefa Elî Ebas kêfxweşiya xwe anî ziman û hemleya ku hatiye despêkirin pîroz kir û wiha nirxand: “Di ser fermanê re 8 sal derbas bun. Lê hê jî birînên me nû ne ji ber ku em dizanin weke Wefa gelek keçên me di destên wan çeteyan de hene. Em dizanin ku li kampa Holê jî gelek kesên me hene. Em hêvî dikin ku QSD û tevahî hêzên Rojava wan rizgar bikin.”
“QSD’ê careke din çok bi çeteyan da şikandin”
Filuz Berkat di berdewamiya gotinên xwe de da diyarkirin ku QSD û tevahî hêzên Ewlehiya Rojavayên Kurdistanê careke din çok bi çeteyan dane şikandin û hewldanên wan ên ji bo amadekariyên ferman û qetliaman asteng kirine.
“DAIŞ berpisyariya tevahî cîhanê ye”
Ciwana bi navê Celîla Meto jî pêngava ku hatiye destpêkirin li hêzên QSD’ê pîroz kir û bal kişand ser xeterên li kampa Holê û wiha domand: “Ji tevahî welatên ku bê bîra me malbat an jî kesên DAIŞ’î hene me dît ka çawa çebilxane veşartine her wiha çawa tunel ji xwe re çêkirin, dibistanên veşartî yên ji bo zarokan perwerde bikin didin nîşandan ku xetereyek çawa li ser me hemuyan heye. Tenê Rêveberiya Xweser û QSD’ê berpirsyariya wê girtine ser xwe lê ev berpirsyariya cîhanê ye.”
Celîla Meto der barê hewldanên QSD’ê de jî wiha bi lêv kir: “QSD’ê ne tenê jinên Êzidî yên ketine destên DAIŞ’ê rizgar kirin û parastin, di heman demê de jinên Êzidî yên ku neketine destên çeteyan jî diparêzin em çiqas kêfxweşiya xwe bînin ziman wê kêm be.”