Li Hewlêrê di çalakiya ji bo Jîna Emînî de çapemenî hat astengkirin
Li bajarê Hewlêrê çalakiya nerazîbûna li dijî kuştina Jîna Emînî hat astengkirin û hat diyarkirin ku xebatkarên ragihandinê di dema şopandina çalakiyên li dijî sîstema dewleta Îranê û Tirkiyeyê de hatine astengkirin.
Navenda Nûçeyan – Duh li ber deriyê Konsolosxaneya Neteweyên Yekbûyî ya bajarê Hewlêrê bi dirûşmên ‘Jin Jiyan Azadî’ hemwelatî û çalakvanan çalakî li dar xistin û kuştina Jîna Emînî şermezar kirin. Di çalakiyê de wêneyê Jîna Emînî û kesên di xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane bilind kirin û daxwaz kirin civaka navdewletî piştgiriyê bidin.
Di heman demê de beşek ji çalakvanan çûn ber deriyê konsolosxaneya Îranê li bajarê Hewlêrê û di dema çalakiyê de pêşî li ragihandinê girtin û gelek kel û pelên rojnamegeran hatin desteserkirin. Senterê Mitro di vê der barê de daxuyanî da û wiha got: “Şopandina çalakiyên li ber deriyê konsolosxaneyê ne sûc e. Îro lidarxistina nerazîbûnên li ber deriyê konsolosxaneya Îranê li Hewlêrê, hêzên ewlehiyê aseng kirin. Bala me kişand ku çend caran xebatkarên ragihandinê dema ji bo şopandina çalakiyên li dijî sîstema dewleta Îran û Tirkiyeyê karê xwe dikirin hatin astengkirinû kel û pelên wan hatin desteserkirin.”