Li Girtîgeha Evînê mafên girtiyan hemû tên binpêkirin

Rakirina Sipêde Qulyan a nexweşxanê, redkirina Galre Ebasî ji bo çareseriyê û êrîşa li ser Rahêle Ehmedî li girtîgeha Evînê, hemû gefên li ser girtiyên siyasî nîşan dide.

Navenda Nûçeyan- Çalakvana medenî Sipêde Qûlyan ji ber çalakiya birçîbûnê û xirabiya rewşa wê ya fizîkî, rakirin nexweşxaneya Talqan û razandin.

Li gorî rapora ku hat belavkirin, Sipêde Qûlyan di 18’ê mehê de dest bi çalakiya birçîbûnê kiribû, ji ber kêmaniya xwînê Rahêle rakirin nexweşxaneyê û rewşa wê ji ber çalakiya birçîbûnê hê jî xirab e.

Her wiha Galre Ebasî celteya dil pê re hebû û ji ber nexweşiya bayê pêwîstiya wê bi razandina li nexweşxaneyê hebû lê belê berpirsên girtîgehê ne amade bûn wê rakin nexweşxaneyê û her wiha ji ber redkirina girêdana destên xwe, ji mafê girtina cil û bergan bêpar maye.

Li gorî rapora ku hatiye belavkirin Rehale Ehmedî ku piştî rojekê hikmê wê temam dibeji aliyê yek ji girtiyên tewanên giştî ve rastî lêdanê hatiye.