Jinan wêneyê Jîna Emînî bi sûrên Amedê ve daliqandin

Jinên ku pankarta wêneyê Jîna Emînî li ser bû bi sûrên Amedê ve daliqandin, wiha gotin: “Em soz didin ku dirûşma 'Jin Jiyan Azadî' dê li çar aliyên cîhanê bilind bibe."

Amed – Çalakiyên jinan ku piştî Jîna Mahsa Emînî li Îranê ji aliyê “polîsên exlaq” ve di binçavan de bi Îşkenceyê hat qetilkirin, dan destpêkirin, li hemû cîhanê belav dibe. Di vê çarçoveyê de endamên Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê û Tevgera Jinên Azad (TJA), li ber Deriyê Mêrdînê yê Sûrê hatin cem hev û daxuyaniya çapemeniyê dan. Jinan piştre pankarta ku posterê Jîna Mahsa Emînî li ser bû bi dîwaran ve daliqandin.

Pankarta "Em berxwedana jinan silav dikin" hat vekirin

Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, Cîgira Seroka Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş, Berdevka Meclisa Ciwanan a HDP’ê Dersim Dag, Feleknas Ûca, Remziye Tosûn, Dîlan Dîrayet Taşdemîr, Hevseroka Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û gelek kesên din tevlî daxuyaniyê bûn. Piştî daxuyaniyê jinan pankarteke mezin a wêneyê Jîna Emînî li ser û bi kurmancî nivîsa "Em Berxwedana jinan silav dikin jin jiyan azadî" li ser nivîsandî vekirin. 

Beriya daxuyaniyê polîsan ji jinan re got bi sûran ve daliqandina pankartê dê zirarê bide tevna dîrokî ya Sûran. HDP'iyan jî pankarta ku qeyûm bi Birca Keçikê ve daliqandiye nîşan dan û bertek nîşanî polîsan da. 

Em bi wan re ne”

Di çalakiyê de Berdevka Meclisa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran destnîşan kir ku jin ji aliyê heman desthilatdaran ve tên qetilkirin û wiha got: "Ji roja ku Jîna hatiye qetilkirin ve heya niha li Rojhilat û Îranê ji bo azadiya jinan çalakiyên mezin tên lidarxistin. Kesên divê hesab bidin, eynî wekî yên li vê derê hewl didin bi darê zorê hêrs, îtiraz û daxwazên jinan bitepisînin. Ev çend roj in li Îranê jin û mêr li hemberî vê feraseta yekparêz daketine kuçeyan. Ev kes ji ber ku bi awayekî demokratîk berteka xwe nîşan didin tên qetilkirin, birîndarkirin û bi êrîşan re rû bi rû dimînin. Lê jin her dem dengê xwe ji bo îtirazê bilind dikin. Em ji vir, ji Amedê gelê Rojhilat li hemberî vê pergalê dengê xwe bilind dike û li kuçe û qadan e silav dikin û em dibêjin em li cem berxwedana wan in. Em jin careke din dibêjin em ê li dijî vê feraseta ku hewl dide bêhna me biçikîne û koletiyê ferz bike dest ji berxwedanê bernedin." 

Piştî daxuyaniyê jin tevî pankarta ku wêneyê Emînî li ser bû hilkişiyan sûran. Jinên ku hilkişiyan ser sûran pankarta bi xwe re vekirin û dirûşma "Silav li jinên berxwedêr ên Rojhilat" qîriyan.