Girtîgeha 3 çalakvanên sîyasî yên hatine girtin, hat eşkere kirin

Hate hînbûn ku girtîgeha Seda Baykan, Dîlek Arsu û Mehmet Mustafa Uzkar ên li Îzmîrê bi îşkenceyê de hatin girtin, piştî zextên raya giştî hat eşkere kirin.

Navenda Nûçeyan- Çalakvanên siyasî Seda Baykan, Dîlek Arsu û Mustafa Uzkar ên li Îzmîrê hatibûn binçavkirin, heta ku çûn Midûriyeta Polîsan a Bursayê di rê de, li girtîgehê û li emniyete rastî îşkenceya bi pergalî hatin û ji aliyê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu ve hatin hedefgirtin, roja berê hatibûn girtin. Dema ku muzekere ya girtinê  di zerfeke girtî de radestî polîsan hat kiri, ji parêzeran der barê birîne kijan girîgehê de agahî nedabûn.

Di encama zextên li raya giştî pêkhat de, hate hînbûn ku Seda Baykan, Dîlek Arsu û Mustafa Uzkar li kîjan girtîgehan hatine bicihkirin. Hate hînbûn ku Seda Baykan birin Girtîgeha Jinan a Amedê, Dîlek Arsu li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê û Mehmet Mustafa Uzkar jî birine Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê.