Li Girtîgeha Evînê xwepêşandanek hat li dar xistin

Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Evînê darvekirina Hemîd Huseyînnejad Heydaranlu şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan – Girtiyên siyasî yên jin ên li Girtîgeha Evîn a Tehranê, li dijî cezayê darvekirinê yê girtiyê siyasî yê Kurd Hemîd Huseyînnejad Heydaranlu çalakiyek li dar xistin. Li gorî nûçeya ajansa Înternasyonal a Îranê, komek girtiyên siyasî yên jin ên li beşa jinan a Girtîgeha Evînê li korîdora girtîgehê kom bûn û biryara îdamê şermezar kirin. Di çalakiyê de biryar bi sloganan hate protesto kirin. Girtiyan diyar kirin ku cezayê darvekirinê yê Hemîd Huseyînnejad Heydaranlû, biryareke metirsîdar e ku li pişt perdeya danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de hatiye dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku, "Biryarên bi vî rengî jiyana gelê Kurd û Belûç’an dixe xeteriyê. Divê bazariyên navneteweyî li ser hesabê gel neyê kirin." Di 21’ê Nîsan’a 2025’an de cezayê îdamê yê Hemîd Huseyînnejad Heydaranlû hat sepandin. Tevî ku malbata wî bi rojan li ber girtîgehê li ber xwe da jî Hemîd Huseyînnejad Heydaranlu bi dizî hat înfazkirin.