Salvegera 52’an a bombebarankirina Helebce: Birîn hê nehatine pêçan

Kesên ku di bomberbarana rejîma Baas de li Helebce jiyana xwe ji dest dane hatin bîranin. Malbatan diyarkirin ku tevî salên derbas bûye, hê êş û binpêkirin didomin.

Helebce – Li Helebce di salavegera 52’an de kesên ku di bombebarankirina rejîma Baas li dijî sivîlan jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn. Di merasîmê de, ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Malbatan êşên jiyan dikin û daxwazên ku bi salane bê bersiv mane anîn ziman.

Helebce ne tenê bi êrîşa Kîmyewî ya di sala 1988’an de, berê jî bûye hedefa rejîma Baas. Di êrîşa hewayî ya di 26’ê Nîsana 1974’an de bajar hate bombebarankirin. 58 sivîl hatin qetilkirin, zêdeyî 100 kes birîndar bûn. Di serî de bazar gelek avahî hilweşiyan.

Ev êrîş, wek rêbazek a cezakirinê ya gelê ku beriya du rojan bobebarankirina Qeladizê protesto kirî bi kar anî. Ev bûyer di bîra gelê Helebce de şopên kûr hêla, hejmarek zêde kes neçar man koç bikin.

Merasîma bîranînê hate li darxistin

Bîranîna ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Şehîd û Enfalkiriyan û şehîdên Helebce û Bîrdariya Helebce hatî li darxistin, ji bo kesên ku di bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane çeleng hatin danîn. Rayedaran diyarkirin ku divê bîranîna kesên jiyana xwe ji dest dane werin jiyankirin û ev sûc neyê ji bîrkirin.

‘Tiştek ne kirin’

Gulî Mihemed ku di bombebaranê de birayê xwe winda kirî, tiştên wê rojê qewîmiye anî ziman û diyar kir ku malbat hê li benda edalet û destekê ne û wiha got: “Wê rojê mêhvanên me hebû. Me jî got tiştek nabe, em derketin. Birayê min jî gel wan çû bazarê. Mixabin li wêderê şehîd ket. Piştre cenazeyê wî anî mizgeftê. Tevî 52 sal derbas bûye, hê tiştek nehatiye kirin. Birayê min şehîd ket. Heta niha ji bo me gavek nehatiye avêtin. Gelê Helebce di her şertê de bedel dane.”

Divê bîr her zindî bimîne

Hate diyarkirin ku gelê Helebce, di demên cûda de bedelên gelek giran dane, di bombebarana mijara xeberê de 50’î sivîlan jiyana xwe ji dest dane û her sal tên bîranîn.

Di merasîmê de hate diyarkirin ku ji bo tiştên hatiye jiyîn neyê ji bîrkirin û heman trajedî dûbarenebe divê bîr zindî were girtin. Gelê Helebce jî tevî salên derbas bûye, êşa wan hê wek roja destpêkê nûye.