Jin li Badam Baghê di nava qedexeyan de hewl didin hebûna xwe biparêzin
Pêşangeha Badam Bagh a li Kabulê tevî qedexeyan û çavdêriya tund a Talîbanê, cihê jinên ku hewl didin rola xwe û serxwebûna xwe ya aborî biparêzin bû. Hebûna ku behsa berdewamiya hêvî û berxwedanê dike.
BAHARAN LEHÎB
Kabul – Pêşangeha hunerên destan û çandiniyê ji roja yekem heta roja pêncemîn a li Kabulê hat lidarxistin. Di vê pêşangehê de, jin tenê dikaribûn cilên xwe bifroşin. Jinên karsaz bi henekî gotin: "Li gorî Talîbanê, mafên jinan tenê heye ku bibin terzî û aşpêj, ne karên din." Vê carê, pêşangeh li Badam Bagh a Kabîlê hat lidarxistin.
Wezareta Çandiniyê ya hikûmeta berê bi hevkariya Awustralyayê zeviya lêkolînê ya Badam Bagh û bi lêçûna 5 milyon Afganiyan di sala 2012’an de ji nû ve hat xebitandin. Ev zevî beriye dagirkirina Efganistanê ji hêla Sovyetê ve hebû lê ji ber şerên curbecur wêran bûbû paşê ji nû ve hat çêkirin û aktîfkirin.
Beriya rejîma Talîbanê, hemû karmend û cotkarên vê zeviyê jin bûn di warên curbecur de perwerde dîtibûn. Dema ku em çûn pêşangehê bibînin, bedewî û tezetiya baxçe ji dûr ve xuya bû; baxçeyek ku ji hêla destên kedkarên jinên niha ji gelek çalakiyan bêpar in ve hatiye çêkirin.
Di dema rejîma berê de, gelek hunermendên jin û mêr li vê baxçeyê konser li dar dixistin lê îro di bin bandora Talîban de maye zext li ser hene. Ji deriyê baxçe heta cihê pêşangehê, wesayîdên leşkerî yên Talîbanê hebûn û li ser riya ku ber bi baxçe ve diçû, her çend gavan carekê leşkerek dihat dîtin.
Jinên ku berhemên xwe nîşan dabûn, tenê di salonek de asê mabûn ku ji 40 standan zêdetir tunebû. Ev salon bi dîwarekî qumaşî hatibû dorpêçkirin. Piştî ku çend gavan şûnda ji wir derbas bûn, rastî mirovên niyeta baş hatin ku bi tundî rê nedan wan bikevin hundir. Jinên ku dixwestin biçin aliyê din ê dîwar, bi hinceta diçin berhemên çandiniyê bikirin, destûr dan wan ku bikevin hundir.
Em ji bo saetekê çûn aliyê din ê dîwar. Atmosfer pir mêranî bû, awirên pirsiyar nîşan didan ku hebûna me neasayî dihat dîtin. Dema ku em bi firoşkaran re diaxivîn, endamekî Talîbanê li nêzî her standê hebû da ku kes tiştekî li dijî wan nebêje. Ji ber vê sedemê, gelek firoşkar ji axaftinê dûr diketin.

Li gorî daxwazan cil û berg tên amadekirin
Zahra Hebîbî ya ji me re axivî got: "Ez berpirsê atolyeya hilberînê ya Hebîbî me. Îro em beşdarî vê pêşangehê bûn û berhemên me cil û berg in. Em li gorî daxwaza mirovan cil û bergan çêdikin. Yek ji berhemên me cilên mêran e û ya din jî çenteyek destan e ku em tayên wê ji Îranê îtxal dikin."
Hejmara karmendan li gorî daxwaza bazarê diguhere
Zahra Hebîbî axaftina xwe wiha berdewam kir: "Nêzî 6 salan e me vê atolyeyê ava
kiriye. Hejmara karmendên me li gorî daxwaza bazarê diguhere lê niha 8 karmendên me yên daîmî hene. Berê hejmara karmendên me zêdetir bû lê ji ber şert û mercan, kêm bûye. Em spasiya organîzator û rojnamevanan ji bo baldariya wan a li ser karê me dikin."
Jin di berhemên destan de xwedî jêhatîbûn û zerafeteke taybet in
Li standeke din, Mahbûba Sedat amade bû ku 3 sal berê atolyeya "Birujmail" damezrandiye. Ew berê çalakvaneke sivîl bûye, ji ber pirsgirêkên tenduristiya derûnî berê xwe daye karsaziyê.
Mahbûba Sedat got: "Karê me bikaranîna kevirên Efganistanê ye. Me curbecur kevirên hêja yên Efganistanê xebitandine. Di nava sê salan de, 8 jin û mêr bi min re xebitîn. Em morîk û kevirên hêja berhemên cuda çêdikin. Jin di warê hunerên destan de xwedî jêhatîbûn û zerafeteke taybet in."
Bila jin jêhatîbûna xwe veneşêrin
Di dawiyê de Mahbûba Sedat peyamek ji bo jinan şand û got: "Peyama min ji jinên Efganistanê re ew e ku qet jêhatîbûna xwe veneşêrin. Jêhatîbûn û xebata xwe ya herî piçûk bikar bînin. Ev yek dê hem ji malbatê hem jî ji civakê re bibe alîkar."
Pêşangeha wêneya sînorkirin û zextên li ser jinan nîşan dide
Pêşangeha Badam Bagh, ji bilî nîşandana şiyanên jinan, wêneyek zelal ê sînorkirin û zextên li ser wan jî nîşan dide. Jinên ku berê di vî warî de roleke çalak û biryardar dilîstin, niha di çarçoveyeke teng de û di bin çavdêriya tund de dixebitin lê hewldan û berdewamiya wan nîşan dide ku di şert û mercên herî dijwar de jî hêviya ji bo xebat û pêşketinê zindî ye.