Li Rojhilat û Îranê li dijî ciwanan şerekî bêdeng
Li Rojhilatê Kurdistanê hikumeta Îranê li dijî ciwanan şerê taybet dimeşîne. Bikaranîna madeyên hişbir di nava jinên ciwan de, weke encama polîtîkayên hikumeta Îranê yên li dijî lewazkirina civakê û tevgera siyasî ne.
HAVÎN BÎGÎ
Urmiye – Di salên dawî de, di navbera jinên ciwan de bi karanîna madeya hişbir di asteke zêde de ye. Ev yek fikaran ava dike, polîtîkayên saziyên girêdayî hikumeta Komara Îslamê ya Îranê , weke têkilî bi planê hat dîtin, li ser pêşeroja jinên Îran û Rojhilatê Kurdistanê bandorek neyênî ava dike.
Faktorên belavkirina bikaranînê
Li gorî rapora pisporan; madeyên hişbir bi taybetî ji aliyê berjewendîperest û torên girêdayî hêzên ewlehiyê yên komara Îslamê ve di navbera ciwanan de tên belavkirin. Ev tor, wisa dike ku bi awayekî sîstematîk xwe bigihîjînin madeyên hişbir, dibe sedem ku zarok jî rastî xetera bikaranînê bên. Ev hewldan, ji bo neslên ciwan bi armanca ku ji pirsgirêkên civakî û siyasî dûr bikevin hatiye plankirin û ev jî nîşan dide ku polîtîk e.
Armanca veşartî ya li pişt belavkirina madeyên hişbir
Aktivîstên civaka sivîl û civaknas, difikirin ku li Rojhilatê Kurdistan û Îranê belavkirina madeyên hişbir parçeyek ji stratejiya tevgerên siyasî û civakê ya hikumetê ye. Yek ji hedefên bingehîn ên van polîtîkayan, lewazkirina potansiyela siyasî û civakî ya ciwanan e û dûrxistina tevgera şoreşgerî ya ‘Jin, Jiyan,Azadî’ ye. Bi taybetî di van tevgerên şoreşgerî de, xwendekarên keç ên dibistanên amedeyî ku di serhildanan de rolên girîng lîstîne dikin hedef. Di dema ku ev tevger di lûtkeyê de bû hewldanên jehrîkirinê hebûn. Bi vê hewldanê armanc ew bû ku di nava xwendekaran de tirsê bidin avakirin û vê tevgera şoreşê bitepesînin. Hikumet kesên ku xwedî potansiyela siyasî û civakê yan jî xwedî nifûs in tesbît dikin, bi riya navbeynkaran van kesan dixin xefika girêdana bi madeyên hişbir ve, hewl didin hêza wan a bi bandor tune bikin.
Encamên çandî û civakî
Belavkirina bikaranîna madeyên hişbir di nava ciwanan de, encamên xirab ên weke di perwerdeyê de ketin, zêdebûna di rêjeya sûc de, belavbûna malbatan û kêmbûna beşdariya civakê bi xwe re tîne. Vê rewşê di navbera jinên ciwan ên ku di pêşerojê de di nava jiyana çandî û civakî de roleke girîng bilîzin dibe bend. Divê wateyê de, me têkildarî sedemên vê krîzê û encamên wê bi aktivîstek civaka sivîl, ciwanek û derûnînasek re hevpeyvîn kir.
Aktivîsta civaka sivîl Meryem Ş. têkildarî xeterên li ser jinên ciwan û xefika madeyên hişbir wiha got: “Di dema borî de, gelek kesên li Rojhilat, di xebatên giştî de dexibitin dikevin van xefikan. Lê belê ji sala 1990’an ve, bi rêvebirina Muhafizên Şoreşê re li Rojhilat bazirganiya madeyên hişbir belav bûye. Di heman demê de alîkarê Ahmedî Nejad, Muhammed Riza Rahimî dest bi polîtîkayên xwe yên der barê belavkirina madeyên hişbir di nava ciwanan de kir. Armanca van polîtîkayan, ew e ku pênûsa di destên ciwanan de bi madeyên hişbir biguherîne. Di destpêkê de, fikirîn ku wê tevahî civakê bi madeyên hişbir ve girê bidin, ji ber vê demek bê tevger man. Lê belê dema negihîşt encama tiştên ku dixwestin, dest bi riya girtin û darvekirinê kirin. Di mijara bikaranîna hişbir de, ji destpêkê ve hedef dikirin ku civakê bi riya van madeyan tine bikin. Niha li dibîstanan, taxan û li cihên din ên ku van madeyan belav dikin bi asanî tên dîtin. Ev kes bi giştî bi riya têkiliyên bi endamên ewlehiyê re, dema ku pirsgirêkek derdikeve holê, di navendên darazê de xwegihandina dosyayên wan tên astengkirin.”
‘Madeyên hişbir eşkere tên dayîn’
Jina ciwan a xwendekara dibistana amadeyî ye û nexwest ji ber ewlehiyê navê xwe yê rast bide Sîma B. ev tişt got: “Li dibistanê hemû kes dizanin, madeyan kî belav dikin. Sala borî hevalek min a keç, ji ber madeyên hişbir bi kar anî ku ji hevalek xwe yê dibistanê girtibû, jiyana xwe ji dest da. Malbata keça ku jiyana xwe ji dest da, mijarê gelek baş şopand lê belê heta niha tu encamek derneketiye. Bikaranîna madeyên hişbir di nava xwendekaran de belav bûye. Bi giştî ev made di wesayîdan de yan jî li hinek parkan tên bikaranîn, ji ber ku tê gotin bêhnek wê ya gelek dijwar heye. Di destpêkê de gelek caran vê madeyê bê pere didin xwendekaran lê belê piştî ku pê ve tên girêdan, neçar dibîmin xerca xwe ya dibistanê bidin bi van madeyan, an jî dest bi diziyê dikin. Li parkan kesên ku her dem bi navên cuda yên nasnav ‘gol’ xwe didin nasîn hene. Ji bo muşterî wan nas bikin nîşaneyên cuda bi kar tînin. Heta di destên hinek kesên ku difroşîn û yên bi kar tînin de deqên bi awayê ‘gol’ hene."
‘Bikaranîna madeyên hişbir bandorek xirab li ser kesan dike’
Derûnînasa ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe yê rast bide Fatma R. bandor û ziyanên madeyên hişbir ên li ser jinan wiha anî ziman: “Her cureyê madeyên hişbir li ser derûniya kesan bandorên gelek neyînê dike. Ger ciwanek xwedî nexweşiyek ruhî û şizofren be, ev made van xirabiyan dijwartir dike. Ev halisulasyonên ku van madeyan ava kiriye, kesan dixe nava çalakiyên ku tu caran neke. Ji bo jinên ciwan, ji ber girêdana aborî nikarin maliyeta van madeyan bidin û dikevin bin zextê û rastî êrişên zayendî tên. Jiyana van ciwanan bi awayekî gelek xirab bi bandor dibe; di destpêka dersan de kêmbûna zoriya berdewamiya perwerdeyê nîşaneyên destpêkê ne. Di demên dirêj de, jiyana wan a şexsî, civakî û bi taybetî di mijara derfetên kar de rastî zoriyan tên. Bi awayekî ruhî ev ciwan, ji ber girêdana ruhî û hestiyarî di rewşeke bê parastin de ne.”
‘Divê civak û malbat werin hişyarkirin’
Fatma R. pêşniyarên ji bo têkoşîna bi vê krîzê re wiha anî ziman: “Gava destpêkê, zêdekirina hişyariya civakê ye, ji bo di dibistan û malbatan de hişyarî were avakirin, semînerên perwerde û bernameyên agahdarkirinê divê werin l darxistin. Bihêzkirina rêxistinên civaka sivîl gelek girîng e. Divê piştevaniya rêxistinên civaka sivîl û aktivîstên civakî ku xebatê ji bo pêşîlêgirtina têkoşîna li dijî girêdana madeyên hişbir dikin bê kirin. Ji bo derxistina rola hikumetê di vê mijarê de, lêkolînên serbixwe divê werin kirin û raporên zelal ên têkildarî rola hêzên ewlekariyê û saziyên eleqedar di belavkirina madeyên hişbir de werin weşandin. Di heman demê de divê piştevaniya bi mexdûran re pêşî be. Ji bo alîkarîdayîna ciwanên ku bi madeyên hişber ve hatine girêdan, têdikoşin û ji bo wan bixin riyek rast, navendên rehabîlîtasyonê divê werin vekirin.”
Fatma R. herî dawî ev tişt got: “Ev krîz pêwîstî bi hewldanên hevpar ên rêxistinên mafên mirovan û aktivîstên civakî û civaka sivîl heye. Bi vî awayî nirxên çandî û civakî yên herî girîng careke din zindî dibin û em ê bikaribin pêşî li belavbûna vê felaketê bigrin.”