Li Fransayê têkoşîna perwerdeyê belavî seranserê welat dibê
Xwepêşandanên xwendekarên amadeyî yên li dijî polîtîkayên perwerdeyê yên li Fransayê ku mehek e didomin, digihêjin asteke nû. Sendîkayên perwerdeyê banga grevê ya giştî ji bo 13’ê Cotmehê kirin
Navenda Nûçeyan – Nêzîkî mehekê ye li Fransayê xwepêşandanên xwendekarên lîseyê li dijî polîtîkayên perwerdeyê didomin. Di demek ku li gelek bajaran çalakiyên li lîseyan berdewam dikin, rêxistinên xwendekaran û sendîkayên perwerdeyê amadekariyan dikin ku têkoşînê li seranserê welat belav bikin. Sendîkayan banga grev û xwepêşandanan ji bo 13’ê Cotmehê kirine. Tê payîn ku piştî nîvro li gelek bajaran, di nav de Parîs, Marsîlya û Poitiers, çalakî bên lidarxistin.
Xwepêşandan zêde dibin, sendîka amadekariyên grevê dikin
Tevî zêdebûna xwepêşandanan, neavêtina gavên berbiçav ji aliyê hikûmetê ve ji bo çareserkirina daxwazan, hêrsa sendîkayan zêde kir. Serokwezîr Sébastien Lecornu ji ber piştî xwepêşandanên girseyî yên xwendekaran ên 6’ê Cotmehê ku di 7’ê Cotmehê de çareseriyek nû ranegihand, hate rexnekirin.
Sendîkayên FSU, Unsa Éducation, FNEC FP-FO, CFDT, CGT Educ’action û SUD Éducation daxuyaniyek hevpar weşandin û bang li xebatkarên perwerdeyê kirin ku di 13’ê Cotmehê de beşdarî grevê bibin û piştgiriyê bidin tevgera xwendekaran. Sekretera Giştî ya FSU Caroline Cheuvé jî bang li xebatkarên perwerdeyê û xwendina bilind kir ku grevê bikin.
Berdevka Yekîtiya Xwendekaran Sabrîne Kharbach got ku ew ê heta ku hikûmet 10 milyar euro ji bo perwerdeyê veqetîne têkoşînê bidomînin. Sendîkayên perwerdeya bilind û lêkolînê jî ragihandin ku ew ê tevlî grevê bibin û ji bo hevgirtinê bi ciwanan re xwepêşandanan li dar bixin.
Sendîkayan zextên hikûmetê rexne kirin
Sendîkayan her wiha li hember girtina hemû navendên CROUS ên girêdayî Akademiya Créteil di 8’ê Cotmehê de bertek nîşan dan. Wan hikûmet tawanbar kir ku li şûna ku bersiva daxwazên ciwanan bide, hewl dide bi rêya tepeserkirinê xwepêşandanan bitepisîne.
Sekretera Giştî ya Konfederasyona Giştî ya Karkerên Fransayê (CGT), Sophie Binet hişyarî da ku ger polîtîkayên budçeyê neyên guhertin, xwepêşandan dê demek dirêj bidomin. Sophie Binet bal kişand ser dersxaneyên qerebalix, dersên ji ber kêmbûna mamosteyan hatine betalkirin û pirsgirêkên gihîştina perwerdeya bilind.
Xwendekar 250 hezar kontenjanên nû yên xwendekaran dixwazin
Xwendekarên amadeyî û zanîngehê daxwaza avakirina 250 hezar kontenjanên li zanîngehan, nûjenkirina avahiyên perwerdeyê û rakirina sîstema Parcoursup a ku ji bo bicihkirina li zanîngehan tê bikar anîn dikin. Xwendekar her wiha li dijî dersxaneyên qerebalix û bêçalak hiştina polan ji ber kêmbûna mamosteyan bertekan nîşan didin.
Daxuyaniyên hikûmetê nîşan didin ku biryarên destpêkê dê di dawiya Cotmehê de bên ragihandin. Wezîrê Perwerdeyê Édouard Geffray ragihand ku 3 hezar mamosteyên cîgir dê li dibistanên ku herî zêde pirsgirêk lê hene bên tayînkirin.
71 hezar û 500 kes beşdarî xwepêşandanên dawî bûn
Li gorî Wezareta Karên Hundir, 71 hezar û 500 kes beşdarî xwepêşandanên roja Pêncşemê, 8’ê Cotmehê, li seranserê welat bûn e. Hejmara beşdarên roja Sêşemê ya berê, 6’ê Cotmehê, nêzîkî 256 hezar bû. Tevî daxuyaniyên hikûmetê û bertekên sendîkayan, tevgera xwendekaran di hefteya nû de jî berdewam dike.
Ji sedî 54’ê gel destekê didin xwepêşandanên xwendekaran
Anketeke Ipsos-BVA ya ku roja Yekşemê hat weşandin eşkere kir ku xwepêşandan piştgiriyeke girîng a gel digirin. Ji sedî 54’ê beşdaran gotin ku ew piştgirî didin çalakiyên xwendekarên lîseyê.
Piştgiriya ji bo daxwazên di warê perwerdeyê de jî balkêş bû. Ji sedî 82’ê beşdaran piştgirî dan sînordarkirina hejmara xwendekaran di polan de, di heman demê de ji sedî 79 piştgirî dan nûjenkirina avahiyên dibistanan. Piştgiriya ji bo rakirina pergala Parcoursup ji sedî 48 ma, rêjeya kesên ku kêmkirina saetên dersê dixwestin wek ji sedî 34 hat pîvandin.
Li gorî daneyên hikûmetê eşkere kirine, ji sedî 71’ê nerînên xwendekaran ên ku ji platforma şêwirmendiya dijîtal re hatine şandin, li ser pirsgirêkên mufredatê ne, di heman demê de nêzîkî nîvê wan li ser rewşa avahiyên dibistanan gilî kirine.