Li Ezazê jinek hat qetilkirin

Li bajarê Ezazê yê di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî de ye jinek hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li heremên ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî de ye zextên li dijî jinan û qetilkirina jinan zêde dibe.

Li Ezazê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî de ye jinek ji aliyê mêrê ku pê re zewicî bû hat qetilkirin. Derbarê jina hatiye qetilkirin de tu agahî nehat bidestxistin lê hat zanîn ku jin li pêşiya çavê zarokên xwe ji aliyê mêrê pê re zewicî bû hatiye qetilkirin.