Li Efrînê çeteyan destdirêjî li zarokek kir

Li navçeya Şêrewa ya Efrînê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û komên çeteyên girêdayî wî duh çeteyek destdirêjiyê li zarokek keç kir.

Şehba – Li gor nûçeya Efrîn News 24 duh bi êvarî li navçeya Şêrewa ya kantona Efrîna dagirkirî çeteyê bi navê Yûsif yê girêdayî Feyleq El Şem a dewleta Tirk ve destdirêjiyê li zaroka keç K.M a 17 salî kir. Hat zanîn ku K.M. ya ji gundê Kebeşîn a navçeya Şêrewa ye hate revandin û piştî rojekê zarok vegerandine malbata wê.

Piştî vegerandina zarok ji malbetê re li gor nûçegihana rûpela Efrîn News 24 ku li navçeya Şêrewa ye hate zanîn ku çeteyê bi navê Yûsif zêdeyî carekê destdirêjî li ser zaroka bi navê K.M kiriye. Piştî bûyerê bavê zarok hewil daye wê qetil bike lê  gundiyan nehiştiye.