Îsraîlê êrişî konên Filistîniyên ji cih û warê xwe bûne kir

Artêşa Îsraîlê êrişî konên Filistîniyên li bajarê Refahê ku ji cih û warên xwe bûne, kir. Herî kêm 4 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan - Artêşa Îsraîlê bi roketekê êrişî konên ku Filistîniyên ji cih û warê xwe bûne li herêma el-Mawasî ya bajarê Refahê li başûrê Zîvala Xezayê ne, kir.

Hat diyarkirin ku di êrişê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dane û birîndar jî hene. Hat destnîşankirin ku kesên di êrişê de birîndar bûne rakirine nexweşxaneya bajarê Xan Yûnisê ya li başûrê Zîvala Xezayê. Hat hînbûn ku ji ber êrişên Îsraîlê bi sedan kes neçar man ji herêmê birevin.

Malên sivîlan hatin bombekirin

Ji aliyê din ve hat ragihandin ku Îsraîlê li taxên “Şucaiyye” û “Tuffah” ên bajarê Xezayê yên li bakurê Zîvala Xezayê malên sivîlan bi topan bombebaran kir. Tîmên parastina sivîl diyar kirin ku wan heta niha gelek cenaze û birîndarên ku di nav wan de jin û zarok jî hene ji bin xirbeyên xaniyan derxistine. Birîndaran rakirine Nexweşxaneya El-Ehlî Baptîst ya Xezayê.

Televîzyona dewletê ya Îsraîlê KAN, ragihand ku artêşê hemdem bi top û hem jî ji hewayî û bejahî ve dest bi ketina taxa Şucaiyê kiriye.

Êrişî kampa penaberan kirin

Hat ragihandin ku Îsraîlê êrişî Kampa Penaberan a Nusayratê jî kiriye. Di daxuyaniya nivîskî ya Midûriyeta Parastina Sivîl a Zîvala Xezayê de hat destnîşankirin ku yekîneya parastina sivîl a li navenda Bureyc a li Kampa Penaberan a Nusayrat a li navenda Zîvala Xezayê ye, rasterast ji aliyê balafirên şer ên Îsraîlê ve hat hedefgirtin. Hat ragihandin ku di êrişê de ji ekîba parastina sivîl 3 kesan jiyana xwe ji dest dane û gelek kes jî birîndar bûne.