Li Efganistanê mirina jinan a bêdeng

Piştî ku Talîban bû desthilatî, li Efganistanê mirinên jinan ên bi guman zêde bûn. Tenduristvan Zaniye Vefa ya ku li wilayeta Parvanê dişxule, anî ziman ku her roj 3 an jî 5 jin bi îdiaya ‘teşebbusa întîxarê’ tînin nexweşxaneyê.

BAHARÎN LEHÎB

Parvan – Li Efganistanê, avahiya civakî ya ku ji hêla mêran ve serdest e û zordariya rejîma Talîbanê, her roj bêtir û bêtir gefê li mafê jiyana jinan dixwe. Bêparkirina jinan a ji perwerde, jiyana kar û mafên bingehîn, wan ber bi tarîtiyê ve dibe. Jinên ku ji jiyana civakî dûr in û di malên xwe de asê mane, bi tundiya mêran re rû bi rû dimînin. Her çiqas di salên dawî de rêjeya mirinên bi guman di nav jinan de li welêt pir zêde bûye jî, ev wêneyê trajîk li gelek parêzgehên welêt veguheriye krîzeke bêdeng.

Jin nikarin ji tundiyê birevin û malbat bêdeng in

Li Efganistanê normên civakî yên ku bi avabûnên baviksalarî yên kok dane hatine xwedîkirin, bi awayek sîstematîk jinan dikin hedefa tundî û cudakariyê. Jin bi piranî bi tundiya nav malê, zewaca bi darê zorê, zextên aborî û zextên civakî re rûbirû dimînin. Hinek malbat di şûna ku destek bidin jinên ku rastî tundiyê hatine an bêdeng dimînin an jî dibin şirîkên vê tundiyê.

Agahiyên ku ji bajarên Herat û Parvanê tên, aşkera dikin ku rewşeke çiqas reşbîn heye. Piştî ku Talîban di sala 2021’an de bû desthilatdar, jin bi tevahî ji saziyên dewletê hatin derxistin û azadiyên bingehîn ên jinan hatin rawestandin. Ev jî bû sedema zêdebûna mirinên jinan ên bi guman.

Hejmar mirov ditirsînin

Di sala 2023’yan de ji aliyê rojnameên Zan Times û The Guardian ve li bajarê Heratê lêkolînek hevpar hat kirin. Ev lêkolîn nîşan dide ku mirinên jinan ên bi guman gelek zêde bûne. Tenê di nav salek de, 123 jinên bi awayek biguman mirine, hatin tomarkirin. 15 jin jî mirine.

Li gor agahiyên ji rayedarên tenduristiya derûnî ya li Heratê hatine girtin; Di salên ku rejîma Talîbanê serdest bû, yanê di salên 2021–2022’yan de ji sedî 90’ê jinan ber bi xwekuştinê ve hatin kişandin. Rêjeya mirina jinan jî li gor mêran zêdetir e.

Rojnameya 8 Subh jî di nîvê sala 2024’an de dosyayek nûçeyê weşand. Rojnameyê ragihand ku di nav sê salên dawî de li 27 bajaran bi tevahî 130 jinan xwestine xwe bikujin. Lê ji ber sansûrê tê payîn ku hejmar zêdetir e.

‘Her roj herî kêm sê jin dixwazin xwe bikujin’

Li nexweşxaneyek bajarê Parvanê xebatkara tenduristiyê ya bi navê Naziye Vefa derbarê mijarê de agahî dide. Naziye diyar dike ku her roj, di navbera 3 û 5’an de jinan bi hinceta ku xwestine xwe bikujin, tînin nexweşxaneyê. Naziye dibêje ku Talîban jî, di şûna ku pirsgirêkê çareser bike de, zexta li ser xebatkarên tenduristiyê zêde dike.

Naziye Vefa du bûyerên trajîk radigihîne û balê dikşîne ser êşên ku jinên Efgan dijîn. Naziye wiha dibêje: “Zeyneb Navab (22), ji ber ku her tim rastî zextên xesiya xwe û tundiya mêrê xwe tê, jehrê vedixwe û dixwaze bi vî awayî xwe bikuje. Piştî dermankirina bi qasî 7 rojan, mir. Di canê wê de rêçên derban hebûn. Medîne Alî (17) jî diçe lîseyê. Ji ber ku Talîbanê dibistan li jinan qedexe kir, ji dibistana xwe dûr ma. Medîne bi zextên malbata xwe re rûbirû dimîne. Tê îdîakirin ku xwestiye xwe bikuje û piştî sê rojan jiyana xwe ji dest da.

Komkujiyên jinan zêde dibin medya tê bêdengkirin

Ajansa Nûçeyan a Zan, di sala 2024’an de raporek aşkera kir. Ev rapor jî nîşan dide ku hejmara komkujiyên jinan her diçe zêdetir dibe. Lê ji ber sansura giran a ku Talîban dide ser çapemeniyê, agahiyên bi vî rengî naghên rayagiştî ya navnetewî. Tê diyarkirin ku sûcdar gelek caran nayên cezakirin û ser bûyeran tê girtin.

Ev krîzek civakî nîne felaketek mirovahiyê ye

Tundiya ku li Efganistanê li hember jinan pêk tê, ne tenê di asta civakî de ye di asta felaketek mirovahiyê ya kûr de ye jî. Pergala ku destek dide vê felaketê, tenê Talîban nîne; Avabûnên baviksalarî, zextên malbatî û bêdengî jî, perçeyên vê pergalê ne.

Saziyên mafên mirovan ên navnetewî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên jinan, pêwîst e li hember vê komkujiya bêdeng gavên bibandortir bavêjin. Divê em bibin dengê jinên Efgan, mafê wan ê jiyanê biparêzin. Ev berpirsyariyek ji her demê zêdetir li pêşiya me ye.