Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê 653 roj li pey xwe hişt

Çalakvanên çalakiya nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi baweriyeke mezin bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya nobetê de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 128’emîn didome.

Mexmûr – Çalakiya Nobetê ya ku li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi baweriyeke mezin û dewirgirtina koma 128’emîn didome.

Çalakiya dewirgirtinê ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê bi deqeyek rêz girtinê hat destpêkirin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 127’emîn Kendal Teyi axivî.

Kendal Teyi di destpêka axaftina xwe de diyarkir ku çalakiya wan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalane û wiha got: “Çalakiyame ev demeke dirêje didome. Bi Rêbertî re hevdîtin didomin ev yek cihê keyfxweşiyê ye. Pêngava Rêber Apo avêtî girînge û tevahî cîhanê de deng vedaye. Lê belê dewleta Tirk hemberî vê pêngavê heya niha gavek neavêtiye.”

‘Em yekê Gulan’ê li Rêber Apo û Tevgera Azadiyê pîroz dikin’

Kendal teyî di berdewamiya axaftina xwe de 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cîhanê pîrozkir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em 1’ê Gulanê Roja Kedkar û Karkerên Cîhanê di destpêkê li Rêber Apo, tevgera azadiyê û tevahî kedkaran pîroz dikin.”

Merasîma dewirgirtinê bi koma 128’emîn û dirûşmeyên ‘Bîjî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.