Ji şahiya 1’ê Gulanê peyamên jinan: Li dijî kedxwariyê em ê têbikoşin
Jinên bajarê Kobanê ku beşdarî şahiya 1’ê Gulanê bûn diyarkirin ku li ser keda jinan mêtînkariyeke mezin heye, ewê jî bi rihê 1’ê Gulanê xwedî li keda xwe derkevin.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – 1’ê Gulanê Roja Kedkaran ya Cîhanî di 1886’an de, piştî ku bi hezaran kedkar ketin girevê ji bo ku mafê xwe bidest bixin, hat ragihandin. Lewra her sal di vê rojê, kedkar careke din ji bo heman armancê radibin ser piyan.
Bi vê wesîleyê, îroj Yekîtiya Kedkaran ya kantona Firatê şahiyek birêxistin kir. Di şahiyê de perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xwendin, her wiha gelek hunermendan stran pêşkêşkirin.
Li ser wate û girîngiya vê rojê, jinên ji bajarê Kobanê nirxandinên xwe wiha parve kirin.
‘Jin çavkaniya ked û hêzê ne’
Nadiya Hiso a ku destnîşan kir ku li şûna meşan, lidarxistina şahiyan xwedî wateyeke bîrdozî ye wiha got: “Jiyan bi kedê ava dibe, bi taybet ger mirov bixweze welat û jiyaneke bi rûmet bidest bixe kedeke bê hempa pêwîst dike. Bi taybet di roja îro de, ger em ked nedin û newestin, emê nikaribin destkeftiyan jî qezenc bikin. Weke jin jî, di vê sedsalê de em bûne çavkaniya hêz û kedê ku me mohra xwe lê da. Li gelek welat û deveran di vê rojê de meş û çalakiyên pirotestoyî tên lidarxistin, lê em li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şahiyan pîroz dikin. Ger ev pênaseya tiştekî bike, ew jî rastiya pirojeya me ye ku xwe dispêre ked û berxwedanê.”
‘Li dijî şaristaniya ku kedxwarî ferz dike em alternatîf pêşkêş dikin’
Nadiya Hiso teqez kir ku ewê têkoşîna xwe ya avakirina jiyeneke bi rûmet berdewam bikin: “Pergala netew-dewlet ku xwe bi riya sîstema kapîtalîzmê berdaye nava rehên civakê, xwe li ser keda gelan û jinan bihêz û birêxistin dike. Lewra ferdên civakê veguherandine koleyên bi heqdest yên ji rastiya xwe şûştî. Di vî warî de şaristaniya kapîtalîst herî zêde keda jinan binpê dike û dike xizmeta xwe. Lewra şoreşa li Rojavayê Kurdistanê ku jiyaneke azad û demokratîk armanc digre, li dijî vê hişmendiyê alternatîf e. Ji xwe heta niha jî mêtînkarî li ser keda jinan heye, li dijî vê yekê jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîneke bê hempa li hember vê pergalê dide meşandin.”
‘Ev roj herî zêde roja jinan e’
Her wiha Avaşîn Misto bal kişand ser pergala netew-dewlet a ku kedxwarî weke navenda hêza xwe dibîne û got: “Dîroka vê rojê xwe dispêre berxwedanî û bedelên giran, ji xwe pêkanîna wekheviyeke di vê astê de bi têkoşînê pêkan e. Tevger û bîrdoziya ku em di têkoşîna xwe de bingeh digirin, di heman çarçoveyê de ye. Li dijî pergalên kedxwar, avakirina jiyaneke komînal ku kedê weke jêdara jiyaneke azad dinirxînin bingeha hişmendiya me ye. Bi taybet di wê demê de û heta niha jî zayendperestiyeke mezin heye ku heqdestê jinan ji yê mêran cuda bû, lê em niha dibînin yên ku pêşengiya vê têkoşînê dikin û keda herî mezin didin, jin in. Ji lewra têkoşîn û şoreşa me cuda ye ku em 1’ê Gulanê weke roja jinan digirin dest.”