"Li Efganîstanê jin ji xwendinê bêpar tên hiştin"

Rêxistina Human Rights Watch diyar kir ku Talîban 300 roj in nehiştiye ku jinên ciwan biçin dibistanê.

Navenda Nûçeyan - Rêxistina Human Rights Watch li ser giringiya mafê xwendinê ya ji bo jinên ciwan dîmenek belav kir û ragihand ku qedexekirina xwendina navîn ji aliyê Talîbanê ve, niha 300 roj e jinên ciwan ji xwendinê bêpar hiştiye û encamên wê yên xirab li ser jin, malbat û pêşeroja welat heye.

Rêxistinê bi şeş jinên ji Afganîstanê re hevpeyvîn kir, ew jî damezrînera Balyozên Ciwanên Afganî ya ji bo aştiyê Hêla Yon, peyamnêra navdewletî Yalda Hekîm, hunermenda muzîkê Elha Sirûr, derhêner Tamana Ayazî, rojnamevan Zahra Joya û hevkara lêkolînê li Human Rights Watch Seher Fitrat, bûn. Rêxistinê destnîşan kir ku ew bi van jinan re nîqaş kirine ka jiyana wan di encama perwerdeyê de çawa hatiye guhertin û encamên wêranker ên qedexekirina heyî ya li ser vî nifşê keçên Afganî çawa ne.

Hevkara lêkolînê di Beşa Mafên Jinan de li Human Rights Watch Seher Fitrat got ku nayê bawerkirin ku di sala 2022'an de tê nîqaşkirin ka bila jinên ciwan biçin xwendin an na û wiha pê de çû: "Divê cîhan guh bide jinên ku li ser girîngiya mafê perwerdehiya jinen ciwan diaxivin û ji bo bidawîkirina vê zilma hovane zêdetir bixebitin."

damezrînera Balyozên Ciwanên Afganî ya ji bo aştiyê Hêla Yon da zanîn ku jinên Afganî nîvê civakê temsîl dikin û heke perwerdehiya wan tune be, ew bawer nake ku ew karibin beşdarî pêşkeftina welat bibin.