Li dijî komployê li Helebê meşa meşaleyî
Ciwanên Helebê bi meşeke meşaleyî Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezarkirin.
Heleb- Bi boneya salvegera 23'emîn a Komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Tevgera Ciwanên Şoreşger meşeke meşaleyî bi dirûşma "Hilweşe komploya 15'ê Sibatê dem dema azadiya Rêber Apo ye" bi beşdarbûna ciwan, şêniyên taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, Yekîtiya Jinên Ciwan, sazî û dezgehên sivî li bajarê Helebê li dar xist. Meş ji pêşiya navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger a li taxa Şêx Meqsûd dest pê kir û heta parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê dewam kir. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan û bi dehan meşale hatin hildan.
"Armanc ji komplo qirkirina kuran bû"
Endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger Cûdî Heleb axivî û wiha got: "Komplo li ser gelên herêmê, bi taybet gelê Kurd pêk hat û heta roja îro berdewam e û Rêber Apo di vê rojê de dibêje; roja qirkirina gelê Kurd e. Di pariznemeyên xwe de Rêber Apo bersîva komplogeran dide. Dema Rêber Apo di zîndana îmraliyê de pirtûka xwe yekemîn nivîsan ew bi xwe bersîveke bû ji bo hêzên komploger. Rêberê mirovahiyê, Rêber Abdullah Ocalan ji 23 salan ve di tecrîdê de ye. Divê ev tecrîd were şikandin û rêberê me were rizgarkirin. Dewletên hegemon plan kir ku Rêber Apo bigirin da ku vîna gelê Kurd lawaz bikin. Em li ser sozê xwe ne ku asta têkoşînê li hember dagirkeriya Tirk bilind bikin, tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bikin û banga azadiya fîzîkî ya rêber Apo bikin."
Meş bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.