8’ê Adarê dê diyarî Denîz Poyraz û Garîbe Gezer were kirin
Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Belgîn Dîken da zanîn ku dê di 8’ê Adara vê salê de yek ji mijarên herî sereke qirkirina zayendî û bêmafiyên li ser girtiyên nexweş be û destnîşan kir ku di bernameyên ku dê hefteyek bidomin de armanc dikin ku mal bi mal bigerin û xwe bigihîjînin hemû jinan. Belgîn Dîken bang li jinan kir û got; “Li dijî qirkirinê em ji qadan dengê xwe bilind bikin.”
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Tevgera Jinên Azad (TJA) bi bernameyên li tevahî bajaran bi kombûna jinan, şahî, mîtîng û daxuyaniyan dihewîne nav xwe, dê tevahiya hefteyê qadan bixemilînin. Jin bi xebatên xwe dê balê bikşînin ser polîtîkayên şerê taybet ên dema dawiyê zêdetir bûne û êrîşên bi armanca qirkirina zayendî yên li dijî jinan pêk tên. Ji bo xebatên ku dê hefteyek bidomin, li tevahî bajar û navçeyan bername tên amadekirin. Jin dê 8’ê Adara vê salê bikin diyarî Xerîbe Gezer a li girtîgehê bi guman jiyana xwe ji dest da û Denîz Poyraz a li Îzmîrê li avahiya HDP’ê hat qetilkirin.
"Qirkirina zayendî û girtiyên nexweş dê îsal mijarên sereke bin"
Endama Meclisa Jinan a HDP’ê Belgîn Dîken der barê bernameya 8’ê Adarê ya Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê de axivî, destnîşan kir ku dê di çarçoveya bernameyê de kolan bi kolan, mal bi mal bigerin û bi jinan re li hev bicivin. Belgîn Dîken destnîşan kir ku yekane armanca wan xwegihandina jinan e û wiha got; “Li ser pêkûtiyên ku pergal li ser jinan dide avakirin, binpêkirinên ku li ser girtiyên nexweş pêk tînin û polîtîkayên şerê taybet, em ê dakevin qadan. Di vê pêvajoyê de, di civînên xwe de em ê li ser vê yekê biaxivin ka em bi jinan re dikarin çi bikin, em çawa dikarin van pêkutiyan tune û asteng bikin.”
"Dê bernameya her bajar û navçeyê hebe"
Belgîn Dîken destnîşan kir ku dê 8’ê Adara vê salê diyarî Xerîbe Gezer a li girtîgehê bi guman hat qetilkirin û Denîz Poyraz a li Îzmîrê li avahiya HDP’ê hat qetilkirin bikin û bal kişand ku ji bo li hemberî tundî û qirkirinê bêjin ‘Êdî bes e’ ew ê dakevin qadan. Belgîn Dîken, axaftina xwe bi van gotinan berdewam kir: “Dengê me dê beriya roja 8’ê Adarê bilind bibe û li qadan heta wê rojê bigihîje her kesê. Em ê di vê mijarê de xebat û panelan li dar bixin. Bernameyên me dê bajar bi bajar bidomin û li heta navçeyan berfireh bibin, her bajar dê li gorî xweseriya xwe xwedî bername be. Bi taybetî em ê giranî bidin ser serdanên malan û şahiyan li dar bixin. Em ê bi bi van xebatan jinên ciwan di warê fihûşê û dejenerasyona ku di van demên dawiyê de zêde bûye hişyar bikin.”
"Em ê li qadan dengê xwe bilind bikin"
Belgîn Dîken, ji bo bername û mîtînga fînalê li ser navê TJA û Meclisa Jinan a HDP’ê banga beşdariyê kir û wiha bi dawî kir: “Hemû jin, li dijî vê zilmê ji bo dengê xwe bilind bikin, bila di 8’ê Adarê de derkevin qadan û dengê xwe bi cîhanê bidin bihîstin. Divê em hemû bi hev re vê têkoşînê bidomînin. Bila jin tevli çalakiyên ku bi wesîleya rojê tên lidarxistin bibin. Di vê sedsala dawî de li ser jinan polîtîkayên qirkirinê hatin meşandin. Roja 8’ê Adarê ew roj e ku em bi têkoşîna xwe pêşî li van polîtîkayên kujer bigrin. Li dijî şer jî li dijî van polîtîkayan jî dê jin bibiêjin ‘êdî bes e.’ Em ê tu carî bêdeng nemînin.”