TJA: Em 8'ê Adarê bi ruhê berxwedanê pêşwazî bikin

TJA'yê bernameya 8'ê Adarê ku dê îsal bi dirûşma "Dem dema azadiya jinan e" li dar bixe, li Sûrê di mekanê dîrokî de eşkere kir. TJA'yê peyam da ku sedsala 21'emîn vediguhere sedsala jinan û wekî her sal, îsal jî Roja Jinan a Cîhanê bi ruhê berxwedanê pêşwazî dikin.

 
Amed - Jinan têkildarî pîrozbahiya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê dest bi bernameyên xwe kirin. Tevgera Jinên Azad (TJA) jî bernameya xwe ya 8’ê Adarê li Amedê ragihand. Jinên ku li navçeya Sûrê ji bo deklerasyona bernameya 8'ê Adarê hatin cem hev, bi kincên xwe yên rengîn ên neteweyî beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser dîwarê mekanê dîrokî pankarta “Dem dema azadiya jinan e” hat daleqandin. Beriya ragihandina deklarasyonê, jinan bi hev re govend gerand. Deklarasyon ku bi Kurdî hatibû amadekirin û sernavê “Dem dema azadiya jinan e” hildigirt, aktîvîsta TJA’yê Neslîhan Acar xwendin. 
"Polîtîkayên qirkirinê di asta hovîtiyê de ne" 
Di deklerasyonê de bal hat kişandin ku di serdema desthilatdariya AKP-MHP'ê de mêr û saziyên li ser navê dewletê her roj bi polîtîkayên tundî, destavêtin û mirinê bi awayekî hovane êrîşî jinan kirine û bi rewakirina komkujiyên jinan bi hejmarên weke bîlançoya şer ji çapemeniyê re hat dayîn, ev agahî cih girtin:
“Jinên ku ji bo parastina mafên herî bingehîn ên jiyanê li hemberî mêran xweparastinê pêk tînin bi cezayên herî giran tên cezakirin, li Tirkiyeyê, di sedsala 21’ê de hê jî jin ji aliyê mêran ve tên revandin, di şexsê Gulistan Doku ya li Dêrsimê de tevî lêgerîna bênavber a malbata xwe hat windakirin, di pergala darazê ya dewletê ya ku weke destwerdanek li pêvajoyê nehatiye kirin. Di sala 2021’ê de ku têkoşîna azadiya jinan û navendên desthilatdariyê bûn cihê tirsê, ev salek bû ku polîtîkayên qetlîamê gihîştin asta hovîtiyê.”
"Jin dê pêşengiyê bikin"
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku zimanê zikmakî ku yek ji sedemên hebûna jinan e bi polîtîkayên netew-dewletê hatiye qedexekirin û asîmîlekirin hat gotin ku dê jin di xebatên di vî warî de pêşengiyê bikin. Hat bibîrxistin ku Tirkiye ji Peymana Stenbolê vekişiyaye û ev hat gotin: “Bi van êrîşên ku di serdema desthilatdariya AKP-MHP’ê de bi zêdebûnî domdar bûne û hatine rewşa şerekî, berpirsyarê sereke yê jinên ku her roj tên qetilkirin e. Li hemberî polîtîkayên zayendî û zagonên ku mêran bi navê jinan pêk anîne, îdiaya avakirina jiyanê ya bi îrade û biryarên xwe, îfadeyeke ruhê 8’ê Adarê ye.
"Jin li dijî polîtîkayên xizaniyê ne"
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dixwazin jinan mehkûmê xizaniyê bikin, hat destnîşankirin ku jin dê bi wesîleya 8'ê Adarê li dijî polîtîkayên xizaniyê bisekinin û wiha hat gotin: “Bi wesîleya 8'ê Adarê em careke din destnîşan dikin ku pratîzekirina polîtîkayên ekolojîk, komunal û azadkirina keda jinan ji bo xweşhaliya civakî pêwîst e.”
"Jinên Kurd dibin hedef"
Di deklerasyonê de hat diyarkirin ku jinên Kurd bûne hedef û wiha hat gotin:
Desthilatdariya AKP-MHP'ê ku bi îlegalîzekirina TJA'yê û binçavkirin û girtina bi sedan hevalên me yên jin dixwaze têkoşîna jinan bi dawî bike di vê dema ku kêliya xwe ya dawî dijî de êrîşkariya xwe zêde kiriye û bûye nûnera herî mezin a faşîzmê. Kevneşopiya berxwedanê ya girtiyên siyasî yên jin ên li girtîgehên Tirkiyeyê zêdetirî 40 sal in ku ji daxwazên xwe yên azadiyê paşve gav neavêtine berdewam dike û tevî bedelên herî giran wek ewladên bi rûmet ên gelê xwe didomînin. Girtîgeh êdî bi awayekî fermî veguherîne cihê qetilkirinê, qirkirina girtiyan hatiye armanckirin. Îro li girtîgehên Tirkiyeyê bi dehan girtiyên siyasî ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê di sînorê mirinê de dijîn hene. Tu mirina ku li girtîgehan pêk tê ne normal e kuştinên siyasî ne. Herî dawî Garîbe Gezer ji ber ku îtaeta ji rêveberiya girtîgehê re red kiribû piştî îşkence û tecawizê hat qetilkirin, digel ku Aysel Tugluk nikare bi tena serê xwe bijî li şûna ku rapora serbestberdana wê bide ji hêla Lijneya Tiba Edlî ve hema bibêje rapora mirina di girtîgehê de îfadeya şênber a dijminatiya desthilatdar a li hember jinên Kurd û çavsoriya wan a tolgirtinê ye. Dayikên me yên ku ji bo ji girtîgehan cenazeyên zarokên wan dernekevin bi rojan e nobedariya edaletê digrin, Emîne Şenyaşar û malbata wê ku her roj li pêş edliyeyê ji kesên ku berpirsiyarên qetilkirina malbata wê ne hesab dipirsin nîşaneya dîrokî ya têkoşîna ku gelê Kurd dê di şexsê jinan de bi rûmet didomîne ye… Hişmendiya nijadperest a serdest a mêr, her cure polîtîkaya êrîşê li dijî siyasetmedarên jin ên Kurd didomîne. Qatilê ku ji bo komkujiyê bi hêsanî ket avahiya partiyê ya Îzmîrê, xwest bi qetilkirina Denîz Poyraz li ser navê desthilatdariya faşîst kesên ku siyaseta demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan dimeşînin bitirsîne. Rastiya me jinên ku bi salan li dijî polîtîkayên îmha û înkarê li ber xwe didin, pêşengbûna me ya hêrsa li hemberî qetilkirina Denîz Poyraz û xwedîderketina me ya li têkoşîna wê careke din xwe nîşanî pergala serdest a mêr daye.”
"Tecrîdê rakin"
Di deklerasyonê de bal hat kişandin ser polîtîkayên şerê taybet ên li Tirkiyeyê û bêcezabûna bûyerên tacîz û destavêtinê yên li ser jinên li herêmê. Di heman demê de jinan diyar kirin ku ew ê polîtîkayên tecrîdê qebûl nekin û xwestin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê rakirin.
Bernameya 8'ê Adarê 
TJA dê di 25'ê Sibatê de li navçeya Mêrdîn Kerboranê ku gora Garîbe Gezer a li Girtîgeha Kandirayê bi gumanbar jiyana xwe ji dest da, starta 8'ê Adarê bide. Di 8'ê Adarê de wê li Amed, Êlih, Şirnex, Silopiya, Wan û Dêrsimê mîtîng werin lidarxistin.