Li Silêmaniyê jinek ji aliyê hevjînê xwe ve hate şewitandin

Li taxa Kurdsat a Silêmaniyê Ş. E ya ji aliyê hevjînê xwe yê her şev serxweş li malê vedigeriya ve hat şewitandin. Ş E ya ji sedî 80 laşê wê şewitiye li nexweşxanê tê dermankirin.

Navenda Nuçeyan- Li taxa Kurdsat a Silêmaniyê şevêdinê jina bi navê Ş.E ji aliyê hevjînê xwe ve hat şewitandin. Berdevgê pêşîlêgirtina tundîtujiya beramberî jinê Muqdem Hiwa Kerîm di derbarê buyerê de got: “Qasî ku me agahî girtî ji sedî 80 bedena wê şewitiye.”
Li gorî agahiyên polîsên taxê Ş. E berê ji ber tundiyê serlêdan kiriye, îfade daye û gotiye ku hevjînê wê her şev serxweş vedigere malê. Li gorî hat hînbûn hevjînê wê yê serxweş vê carê jî dema vegeriyaye malê gaz bi ser de kiriye, dema Ş. E xwestiye biçe avê bi xwe de bike hevjînê wê agir pê xistiye û şewat despêkiriye. Ş. E ya ji sedî 80 bedena wê şewitiye li beşa lezgîn ya nexweşxaneya Silêmaniyê tê derman kirin.