Di êrîşa li ser Kordofana Başûr de malbatek hate qetilkirin

Di encama êrîşa li dijî eyaleta Kordofana başûr a Sudanê de 3 jê zarok malbatek hate qetilkirin. Piştî bûyerê rêxistinên mafên mirovan, banga belgekirina binpêkirinan û darizandina berpirsan kirin.

Navenda Nûçeyan – Tora Bijîşkên Sûdanê, ragihand ku di encama topbarana li dijî bajarê Kadugliyê yê eyaleta Kordofana başûr de 3 zarok jî di nav de malbatek hate qetilkirin.

Tora Bijîşkên Sûdanê, êrîşa topbaranê ya hêzên Tevgera Rizgariya Gel ya li dijî bajarê Kadugliyê ya eyaleta Kordofana Başûr, bi tundî şermezar kir û da zanîn ku di êrîşê de zarok jî di nav de sivîl hatine kuştin. Torê, tekez kir ku ev bûyer binpêkirineke nû ya yasaya mirovî ya navneteweyî ye

Torê, ragihand ku li gorî agahiyên destpêkê di encama topbaranê de malbatekî ku ji 3 zarok û dayîkek pêkdihat hatiye qetilkirin. Hate diyarkirin ku ev bûyer mezinahiya kuştina sivîlan yên ji ber armanckirina deverên niştecîbûnê yên bajêr nîşan dide.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku bi rêya topbarana bêserûber hedefgirtina sivîlan sûcekî mezin û binpêkirineke eşkere ya peymanên navneteweyî ye. Her wiha hate destnîşankirin ku êrîşên bi vî rengî êş û azarên gelê ku jixwe di nav şert û mercên mirovî û ewlehiyê yên pir aloz de zêdetir dikin.

Tora Bijîşkên Sûdanê, hêzên Tevgera Rizgariya Gel berpirsyarê êrîşê nîşan da û daxwaza rawestandina lezgîn a êrîşên li ser sivîlan û pabendbûna bi yasaya mirovî ya navneteweyî kir.

Banga parastina sivîlan

Torê, bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan û rêxistinên mirovî kir ku van binpêkirinan şermezar bikin, ji bo belgekirina wan û cezakirina berpirsiyaran bixebitin û li deverên şer parastina sivîlan misoger bikin.