Li Beyrûdê komxebata “Hişmendiya Siyasî ya Jinê: Nêzîkatiyek Derûnî-Hiqûqî” hat lidarxistin
Komaleya Doza Femînîst a Lubnanê bi armanca piştgirîdayîna derûnî, bihêzkirina beşdarbûn û hebûna jinan a di qada civakî de û bihêzkirina zagonên di warê hemû mafên jinan de komxebata “Hişmendiya Siyasî ya Jinê: Nêzîkariyek Derûnî-Hiqûqî” hat lidarxistin.
SUZAN EBU SAID
Beyrûd - Komaleya Doza Femînîst bi hevbeşiya Meclîsa Çandê ya Baalbekê û Komaleya Lubnan a Dar Al Ber li ser mijara “Hişmendiya Siyasî ya Jinê: Nêzîkariyek Derûnî-Hiqûqî” bi beşdarbûna çalakvan, femînîst û pirsporên di qada derûnî, hiqûq de komxebatek hat lidarxistin.
Di komxebatê de pêşniyarên ku herî zêde derketin pêş ji aboriyê heyanî qada polîtîk hay jê hebûna li ser mafan û beş bi beş firehkirina penaseya hay jê hebûnê û teşwîqa li ser rolên jinan bi wan dayîna fêmkirinê.
Ji ber feraseta baviksalarî jin beşdarî jiyana siyasî nabin
Rêvebera Kombûna Jinên Demokrat a Lubnanê Parêzer Manar Zuaiter di komxebatê de li ser mafê di navbera mafên jinan û qanûnên li Lubnanê de axivî û bal kişand ser astengiyên ku beşdarbûna jinên Lubnanî di jiyana siyasî de dijîn, ev yek çavkaniya xwe ji zihniyeta baviksalarî digre.
Beşdarên komxebatê diyar kirin ku pirsgirêka herî girîng a ku jin pê re rû bi rû maye qanûnên statûya kesayetî ne û diyar kirin ku 21 pêşnûmeqanûnên zewaca sivîl di kaxizên Meclîsê de ne û di rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan a bi sernavê “Bê parastin û bê parastin” de hate gotin. Wekhevî: Rewşa Kesayetî ya Libnanê Hat diyarkirin ku qanûnên "Di qanûnên wan de mafên jinan" li dijî jinan cudakarî ye, mafên bingehîn ên jinan garantî nake û jinên ku dixwazin zewaca xwe qut bikin asteng dike.
“Jin tên hedef girtin”
Derûnînas û Seroka Komaleya Doza Femînîst Dr. Silva Ballout li ser hîmên ku li pêşiya destpêkirina hay jê hebûna siyasî ya di navbera jinan û li pêş nêzîkbûna hay jê hebûna nêzîkatiyê cûdakarî ya siyasî dibe asteng nîqaş kir. Silva Ballout bal kişand li ser aliyên dîrokî yên zextên li ser jinan û wiha axifî: “Civaka mirovahî ger gotin di cih de be, bi îmaja xwe ya bê edalet û hov, ji bo venêrînkirin û perçiqandina kesên lawaz xebitî û li pêşiya lêgerîna mafên wê yên rawa de astengî ava kir. Tê zanîn ku piranî car jin tên hedef girtin. Di rêya tûnebûnê de ji derveyî civakên dayikê, (hemû nebe jî) piranî olên ku li ser rêyekî trajîk meşiyane û encamên trajîk ava kiriye bi hîn ji wana re şêwe girtiye.”
“Azadî bi berpirsiyartiyê re hemwate ye”
Dr. Silva Ballout bal li ser mafên jinan a beşdarbûna jiyana siyasî kişand û wiha domand: “Ji çiqas karîn rolên xwe yên di qada siyasî bilîzin ango ji tiştên ku bidest xistine çiqas kêfxweş bûn? Em dibînin ku tiştên ew bidest xistine rastî gelek zehmetiyan tê û ev yek çavkaniya xwe ji gelek diyardeyên derûnî û çandî digre. Ev têkoşîn di warê pêk hatina jiyana civakî û siyasî ya jinan de çiqas hat pêkanîn û astengiyên li pêşiya vê çi ne? Li gel vê hêj feraseta baviksalar a bi taybetî li ser jinên xwedî derfetên kêm ê perwerdê ne zextekî didin avakirin. Jinên bi vê awayê ji azabûnê ditirsin. Azadî bi berpirsiyartiyê re hemwate ye û berpirsiyartî derdikeve pêşberî jiyan.Li gel girêdanbûna aborî ya derûniya jinan di warê neyînî de bandor dike, her wiha li pêşiya ji xwebawerbûna jinan de astengî ava dike û lewra jî jixwe bawerbûna wan kêm dike.”
Wê xebatên wan berdewam bike
Derbarê armanc û erkên Doza Femînîst de Silva Ballout da zanîn ku doza Femînîst komaleyek modern e û ev komxebat yek ji komxebatên wan a destpêkê ye. Her wiha destnîşan kir ku armanca wan di hemû qadê jiyanê de piştgirî dayîn û bihêzkirina jinan e.
Derbarê projeyên wan ên pêşerojê de da zanîn ku ewê destpêkê pêşniyarên ji vê komxebatê derketine nîqaş bikin û di projeyên pêş de wê bi nêzîkatiyek derûnî bişopînin, her wiha ewê ji bo di hemû qadên jiyanê de ji bo bihêzkirina jinan bixebitin.