Yael Brun Bivet bû yekem jina ku Serokatiya Meclisa Neteweyî ya Fransayê dike
Parêzer û siyasetmedara Fransî Yael Brun-Bivet di dîroka Fransayê de bû yekemîn jina ku serokatiya Meclisa Neteweyî dike.
Navenda Nûçeyan - Parêzer û siyasetmedara Fransî Yael Brun-Bivet ji bo Serokatiya Meclisa Neteweyî ya Fransayê hat hilbijartin û di dîroka welat da bû yekemîn jinên ku di vê wezîfeyê de cih girt.
Endamê partiya Ennahda Yael Brun-Bivet di tûra duyemîn a dengdanê de 242 deng girt.
Yael Brun-Bivet namzeda Koalîsyona Serokatiyê ya (Bi hev re) ye û Wezîra Karûbarên Herêmên Derve bû û seroka berê ya Komîteya Qanûnan a Meclisê bû.
Wezîrê Têkiliyên bi Parlamentoyê re Olivier Veran der barê hilbijartina Yael Brun Bivet de wiha got: "Di dîroka xwe de cara yekemîn e ku Meclisa Neteweyî ji aliyê jinek ve tê birêvebirin."