Gelê Mexmûrê li hemberî tecrîda li Îmraliyê meşiya

Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê ji ber tecrîda girankirî ya li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar xist.

Mexmûr- Li Îmraliyê 24 sal in tecrîdeke girankirî li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin. Şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê ji ber tecrîda girankirî û cezayê dîsîplînê yê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar xistin. Meşê ji ber deriyê saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir heta ber deriyê nûnertiya Neteweyên Yekbûyî domiya û deqeyek rêz hat girtin.

Li wê derê hevseroka Meclisa Gel a waregaha Mexmûrê Filîz Budak axivî û got: “Gelê me yê hêja em li vê derê kom bûne ku em dengê xwe bigihîjînin raya giştî û ew kes û saziyên xwedî wijdan ku dixwazin welatek azad ava bikin û hemû netew bi nasnameya xwe ya azad bijîn, hemû gelê cîhanê. Em gelê Kurd beriya sedsalan di goristana betonkirî de axa mirî li ser me hat rijandin û dihat gotin ziman, netewe û çanda Kurdî li ser rûyê cîhanê nemîne ji bo vê pêk bîne li Dêrsim, Geliyê Zîlan, Geliyê Tiyarê û bi dehan cihên cuda komkujî pêk anîn û navê van komkujiyan kirin paqijî ango jiholêrakirina neteweyên li Mezopotamyayê ji bo wan paqijî bû.”

“Rêber Apo li hemberî planên dewleta tirk astengî ye”

Filîz Budak di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedaniya lî Îmraliyê wiha domand: “Em kurd hêdî hêdî ber bi tunebûnê ve diçûn lê bi derketina Rêber Apo me nefes girt, em ji goristana betonî rizgar bûn. Me civaka Kurd xwe bi Rêber Apo nas kir, ev civaka ku bi Rêber Apo re derketiye ser rê 50 sal in berxwedana xwe berdewam dike û bi hezaran kes li ser vê xakê xwe feda kirine û hê jî têkoşîn berdewam dike, dewleta tirk a faşîst di şexsê rêbertiya me de dixwaze me bê nefes bihêle. Şerê îro li Zap û Metînayê tê meşandin, qetliamên ku li ser Şengal û Mexmûr tên kirin tecrîd û îşkenceya li Îmraliyê tê meşandini hemû konsepta tunekirina neteweya Kurd e. Dewleta tirk a ku dixwaze sedsalek din qezenc bike, dixwaze hespê xwe di Rojhilata Navîn de bibezîne û xeyalên xwe yên Osmaniya sexte li Rojhilata Navîn bide avakirin ji bo wan xeyalên xwe tenê astengî Rêber Apo ye. Ji bo rûpelên dîrokê yên reş vebike û me tune bike bi teknîk û madeyên kîmyewî li çiyayên Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê her roj qetlîaman pêk tîne.”

“Berxwedaniya ku îro rêbertiya me li Îmraliyê dide meşandin dewleta Tirk tengav kiriye”

Filîz Budak di dawiya axaftina xwe de bi bîr xist ku bê rêbertî pirsgirêka Rojhilata Navîn nayê çareserkirin û wih got: “Dewleta tirk dewletek wisa ye ku hebûna xwe di qirkirina gelê Kurd de dibîne û dema ku dixwaze temenê xwe dirêj bike berê xwe dide Îmraliyê. 23 sal in pergaleke îşkenceyê li Îmraliyê li ser rêbertiya me tê meşandin û rêberê me li hemberî hemû şert û mercên ku heta îro kes nikaribûye li ber xwe bide. Em hemû vê baş dizanin berxwedaniya ku îro rêbertiya me li Îmraliyê dide meşandin dewleta Tirk tengav kiriye. Dinyayê hemû vê yekê baş dît ku wê bêyî rêbertî wê tu protokolên çareseriyê gengaz nebin, aktorê sereke yê ku bikare pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike Rêber Apo ye. Ji bo ev pêk neyê û qeyrana li Rojhilata Navîn berdewam bike her ku diçe tecrîda girankirî berdewam dike û pergala îşkenceyê tê dirêjkirin, dixwazin neteweya Kurd tune bikin. Rêbertî bi îradeya xwe ya ji pola li ber xwe  dide, dewleta tirk bi hevkarên xwe re bi NATO’yê re îro dixwaze rêbertiya me bêbandor bike û sedsaleke din bi gelê Kurd bide windakirin. Wê tu hêz nikaribe xeyalên xwe yên ji bo tunekirina Kurdan pêk bîne.”

Meşa şêniyên wargeha penaberan a Mexmûrê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Berxwedana Îmraliyê” bi dawî bû.