Li Başûrê Kurdistanê binpêkirinên li dijî rojnamegeran zêde bûye

Navenda Metro bi daxuyaniyek çapemeniyê rapora xwe ya salane ya binpêkirinê mafên rojnamevanan belav kir. Hat destnîşankirin ku di sala 2022’yan de 431 binpêkirin beramberî 301 rojnamevanan hatiye kirin.

Silêmanî – Îro li salona Otela Ramada ya bajarê Silêmaniyê, Navenda Metro ya ji bo Parastina Mafên Rojnamegeran û rêxistinên piştgiriya medya ya navdewletî bi daxuyaniyek çapemeniyê bîlançoya sala 2022’yan ya binpêkirinên li beramberî rojnamevanan a li Başûrê Kurdistanê hatiye jiyîn eşkere kir.

Lêkolînvana Navenda Metro Hejan Xalid rapora bilançoya binpêkirinên li beramberî rojnamevanan ya sala 2022’an xwend û wiha got: “Di sala 2022’yan de 431 binpêkirin li beramberî 301 rojnamevan û saziyên medyayê hatine pêkanîn. Piraniya van binpêkirinan ji aliyê hêzên emnî ve hatine kirin û li gor salên bûrî ev binpêkirinê zêdetir bûye û gelek caran pêşî li rojnamevanan hatiye girtin ku nikaribin nûçeyan bi şopînin.”

Daneyên binpêkirinên beramberî rojnamevanan bi vî awayî ye:

*195 buyerên pêşîlêgirtinê.

*68 buyerên zeftkirin û şikandina kel û pelên rojnamevanan.

*46 buyerên êriş û gefan.

*4 buyerên girtina bi biryara dadgehê.

*26 buyerên lêdan û birîndarkirinê.

*Buyerek ya girtina qenalan.

*2 buyerên êrişên bi mûşekan.

*3 buyerên serdegirtina malên rojnamevanan.

*6 buyerên êrişên elektronîk.

Di daxuyaniyê de hat bibîr xistin ku binpêkirinên yasayî û reftarên li dijî prensîbên demokrasiyê û mafên mirovan, bûye sedem ku rêxistinên navneteweyî di aliyê azadiya fikir û rojnamevanan de rexne li desthilatiya siyasî ya herêma Kurdistanê bike û daxwaz bike ku binpêkirinên li ser mafê azadiya fikir were rawestandin.

Daneyên binpêkirinên li beramberî rojnamevanên jin henat aşkerekirin

Navenda Metro di bilançoya rapora xwe ya sala 2022’an ya binpêkirinên li beramberî rojnamevanan de behsa binpêkirinên li beramberî rojnamevanên jin nekir. Rojnamevanên jin bi xwe diyar dikin ku gelek caran di dema kar de rastî cihêkariya zayendî tên. Tenê di raporê de behsa vê yekê kir ku nebûna dezgehên serbixwe yê rojnamegerên jin bandorê li ser rojnmavenên jin kiriye.

‘Yasayek nîn e ku parastina rojnamevanan bike’

Endama Partiya Zehmetkêşan a Kurdistanê Perwîn Xerîb derbarê mijarê de wiha got: “Binpêkirin zêdetir in. Lê ev dane tenê bi giliyên ku hatine kirin, hatine tomarkirin. Yasayek nîn e ku parastina rojnamevanan bike. Ev çend sal e rojnamevan rastî lêdan, rêgirî û îşkenceyê tên, yasa parastina rojnamevanan nake. Mînaka vê girtiyên li Behdînanê ye.”

‘Binpêkirinên li beramberî rojnamevanan hîn zêdetir in’

Lêkolîner Hejan Xalid wiha got: “Dane li gora komkirina Navenda Metro ye, beşek ji rojnmevanan rastî binpêkirinan tên, lê belê nehatine tomarkirin. Li gor sala par rêje zêde bûye, rojnamevan tên girtin ev cihê pirsiyê ye. Yasayên me yên di aliyê ragihandinê de heye, tenê li ser kaxezê maye, ji ber wê divê ev yasa werin bi cih anîn, rojnamevan ji aliyê hêzên emnî ve tên astengkirin.”