Ji bo Nergîs Muhammedî qedexeya bêdawî ya derketina derveyî welat

Ji bo xwediya Xelata Aştiyê ya Nobelê Nergîs Muhammedî, derketina ji Îranê heta dawî hat qedexekirin.

Navenda Nûçeyan- Aktivîsta Mafên Mirovan Nergîs Muhammedî, ji ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal diyar kir ku Îranê bi awayê “daîmî” derketina wê ya ji Îranê qedexe kiriye.

Nergîs Muhammedî di peyama xwe de diyar kir ku ji bo biçe ba malbata xwe serlêdana ji bo pasaportê kiriye lê hîn bûye ku der barê wê de biryara qedexeya derketina daîmî hatiye girtin. Nergîs Muhammedî di beşek peyama xwe de wiha got: “Biryara  ‘Daîmî’ ji bo cezayên me pêk tînin lê ew bi xwe her roj tirsa ketinê dijîn.”

Nergîs Muhammedî kî ye?

Nergîs Safiye Muhammedî, 21’ê Nîsana 1972'yan li bajarê Zencan ê Îranê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Îmam Huseyîn a Navnetweyî beşa fizîka nukleer xwend. Ji 32 saliya xwe ve dest bi aktivîstiya mafên mirovan kir û bû rojnameger. Di sala 2003'yan de bû yekem jina Îranî û misilman a ku Xelata Aştiyê ya Nobelê girt. Li navenda Parastina Mafên Mirovan a ku Şirîn Ebadî serokatiya wê dikir, bû alîkara serok.

Bi nivîsên xwe ji girtîgehê destekê da serhildanê

Li dijî sergirtina bi zorê li Îranê bû yek ji pêşengên çalakiyên girseyî. Piştî ku Jîna Emînî ya 22 salî, 16’ê Îlona 2022'yan li Tehranê ji aliyê polîsên exlaq ve hat kuştin, ji girtîgehê bi nivîsên xwe piştgirî da serhildana ku bi navê “Jin, jiyan, azadî” dest pê kir.

Nergîs Muhammedî cara yekem 24 sal berê hatibû girtin û dû re di jiyana xwe de13 caran hat girtin. Bi sûcdariya “propagandaya li dijî rejîmê” û “îftiraya li dijî rayedaran” bi giştî 31 sal cezayê girtîgehê û 154 car cezayê qamçiyê lê hat birîn.

Nergîs Muhammedî, ya ku ji deh salan zêdetir di girtîgehê de maye herî dawî ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustiyê hatibû tehliyekirin. Cezayên ku lê hatine birîn bi giştî 36 sal in.