Aktivîsên Mexribî: Tiştên li Tûnisê diqewimin derbeyek li dijî azadiya rêxistinbûyînê ye

Aktivîstên jin ên Mexribî diyar kirin ku li Tûnisê rawestandina xebatên komeleyan, li dijî mafên jinan û azadiya rêxistinbûyînê gefek e û hişyarî kirin ku dibe ev rewş li welatên cîran jî bibe sedema pêleke paşketinê.

HENAN HARÎTE

Mexrib – Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê, piştî ku mehek xebatên wê hatin rawestandin, ji nû ve dest bi xebatên xwe kir. Xebatên Komeleya Rojnamegeran Nawaat jî ji 31’ê Cotmehê ve heta niha hatine rawestandin. Rêveberên komeleyê diyar kirin ku hemû pêdiviyên zagonî bi cih anîne, saziyên medyayê jî biryara rawestandina xebatan weke “êrîşa li dijî azadiya çapemeniyê” nirxandin.

Saziyên navneteweyî yên weke Rêxistina Efuyê ya Navneteweyî jî diyar dikin ku rawestandina xebatên "Nawaat” nîşan dide ku li pêleke zextê ya ku rêxistinên mafên mirovan jî digre nava xwe heye.

‘Êrîşeke li ser mafên mirovan e’

Aktivîsên jin ên Mexribî, pêşketinên li Tûnisê bi fikarek mezin dişopînin. Balê dikşînin ku vê paşketina di warê azadiya rêxistinbûyînê de, welatê Mexribê ku bi biryardarî xebatên civaka sivîl lê tên meşandin jî di nav de, li ser welatên din jî dê bandorên neyînî çêbike. Komeleyên jinan ên li Mexribê û rêxistinên mafên mirovan, diyar dikin ku rawestandina xebatên komeleyên li Tûnisê û astengiyên li pêşiya medyayê, nîşan didin ku destkeftiyên di warê mafên mirovan de li ber xeterê ne û li dijî vê rewşa zextê ya ku bandorê li ser civaka sivîl dike ew bi hempîşeyên xwe yên Tûnisî re di nava hevgirtinê de ne.

Saziyên Mexribî bi daxuyaniyek hevpar,  dan zanîn ku rawestandina xebatên komeleya jinan a Tûnisê, weke di warê azadiyê de paşketinek û êrîşa li dijî mafên jinan bi nav kirin. Di daxuyaniya hevpar de, bal hat kişandin ku astengiyên bi vî rengî êrîşeke li dijî tevgerên jinan ên li Mexribê ye û Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê, li herêmê ji bo mafên mirovan xwedî roleke bingehîn e.

‘Çewisandina aktivîzma femînîst tê wateya çewisandina civakê’

Siyasetmedara Mexribî Kalthum Mustakîm, diyar kir ku ew rawestandina xebatên komeleyan li Tûnisê meseleyek herêmî nabîne, ev yek di heman demê de pir vekirî pirsgirêka mafên mirovan û siyasî ye. Kalthum Mustakîm wiha got: "Çewisandina aktivîzma femînîst, çewisandina civakê bi xwe ye û tiştên li Tûnisê diqewimin dê li ser hemû herêma Mexribê jî bandorê çêbikin.” Kalthum Mustakîm, bal kişand ku avakirina torên Erebe û navneteweyî, dê pêşî li senaryonên zextkar ên wiha bigre û got ku tiştên li Tûnisê diqewimin, zirarê didin destkeftiyên din ên li tevahiya herêmê, derbe li bingeha civaka sivîl didin.

‘Zextên li Tûnisê bandorê li ser têkiliyên siyasî yên li welatê Mexribê jî kiriye’

Sendîkavan, aktivîsta mafên mirovan û siyasetmedara Mexribî Fatima Fewzî jî tiştên li Tûnisê diqewimin, weke derbeyek li dijî azadiya rêxistinbûyînê û êrîşa li dijî mafên jinan bi nav kir û wiha got: “Tiştên diqewimin, hewldaneke ji bo bêdengkirin û bêparkirina ji hêza parastina destkeftiyên demokratîk ên civaka sivîl e.” Fatima Fewzî bal kişand ku zextên li Tûnisê bandorê li ser têkiliyên siyasî yên li welatê Mexribê jî kiriye û ev yek ji bo herêmê nîşaneyên bi xeter e, diyar kir ku rewş tenê bi Tûnisê ve sînordar nîn e.

Fatima Fewzî, gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Di vê pêvajoyê de ji bo parastina azadiya çalakiyên kolektîf, pêdivî bi sekneke bi biryar a Mexribê heye. Hêza civaka sivîl a li Tûnisê, bi hêza tevgerên mafên mirovan ên li Mexribê û herêmê ve girêdayî ye. Piştgirî û hevgirtin ne luksek e, mekanîzmaya parastina kolektîf e.”