Li Cizîra Botan di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin

Li Cizîra Botan di saetên serê sibehê de di serdegirtina malan de zarok jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Di serdegirtinan de polîsan de welatî bi tundiya fizîkî û devkî re rûbirû man.

Şirnex- Li Cizîra Botan polîsan serê sibehê avêtin ser gelek malan. Serhat Çagli, Abdidin Kuçuk, Mehmet Çagdavul û Rêveberê Rêxistina Navçeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Remzî Dadak jî di nav de gelek kes binçav kirin.

Di navbera kesên hatine binçavkirin de zarokên 14-15 salî jî hene

Hat zanîn ku di nava kesên hatine binçavkirin de zarokên 14-15 salî jî hene. Serdegirtina polîsên tevgera tîmên taybet li malekê ji aliyê malbatan ve bi telefonê hat qeydkirin. Di dîmenan de tê dîtin ku polîsan li malê tundiya devkî û fizîkî li kesên li malê ne kirine. Di vîdyoya ku dengê welatiyên li dijî tundiyê derdikevin tê bihîstin de tê dîtin ku kesê hewl dide vîdeoyê bikşîne jî hewl tê dayîn ji aliyê polîsan ve were astengkirin.

Kesên ku hinceta binçavkirina wan nayê zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a navçeyê.