Li Şîrazê mamoste û çalakvan Mahnaz Îbrahîmî hate girtin
Zextên li ser çalakvanên perwerdeyê li Îranê, Mahnaz Îbrahîmî mamoste û çalakvana sendîkaya mamosteyan a Farsê, bêyî ku sedema girtina wê diyar be, li Şîrazê hate girtin.
Navenda Nûçeyan - Mahnaz Îbrahîmî, mamosteya matematîkê û çalakvana sendîkaya mamosteyan li parêzgeha Fars, roja Sêşemê sibehê li mala xwe ya li Şîrazê hate girtin.
Li gorî raporek ji aliyê Sendîkaya Mamosteyên Fars ve, hêzên ewlehiyê ketine mala mamoste, ew girtine û birine Girtîgeha Adelabadê ya Şîrazê.
Mahnaz Îbrahîmî li navçeya perwerdehiyê ya yekem a Şîrazê dixebite û di warê çalakiyên sendîkaya mamosteyan de çalak e. Lê belê heta niha, di derbarê sedema girtina wê, sûcdariyên muhtemel, an jî dezgeha dadwerî ya ku dozê birêve dibe de ti agahî nehatiye dayîn.
Sendîkaya Mamosteyên Fars ragihand ku hewlên ji bo zelalkirina sedemên girtina çalakvana sendîkayê berdewam in. Konseya Hevrêzkirina Sendîkayên Mamosteyên Îranê jî li ser girtinê fikarên xwe anî ziman, daxwaza zelalkirina rewşa wê ya yasayî û agahdariya zelal di derbarê sedemên girtina wê de kir.
Her wiha encumenê tekezî li ser pêwîstiya rêzgirtina mafên yasayî yên Îbrahîmî û naskirina mafê mamosteyan ji bo çalakiya sendîkayî ya serbixwe kir û daxwaz kir ku daxwazên sendîkaya perwerdekaran bi pevçûnên bi hêzên ewlehiyê re neyên bersivandin.
Heta roja ku ev rapor hatiye weşandin, tu agahiyên din li ser rewşa girtina Mahnaz Ebrahimi, gihîştina wê bi şêwirmendê hiqûqî, an hûrguliyên doza wê tune ne.