Ji Dr. Çiro ya jîngehparêz banga parastina axa Kurdistanê
Pispora mîmarî Dr. Çiro Elî destnîşan kir ku wêrankirina jîngehê beşek ji siyaseta dagirkeriyê ye û bang kir ku bi çandina bi hezaran daran, ax û jîngeha Kurdistanê bê parastin.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Daristan ne tenê dar in, ew di heman demê de çavkaniya jiyanê ne, nefesa erdê ne û beşek girîng a nasnameya xwezayî ya Kurdistanê ne. Lê belê wêrankirina berdewam a daristanan û têkdana hevsengiya xwezayê, nemaze li Badînan û deverên din ên Herêma Kurdistanê ku birînên şer û wêraniyên berê hîn jî li dora Kurdistanê mane, pirsek girîng derdixe holê: Ger em xweza û axa xwe winda bikin, em çawa dikarin jiyanek bi ewle û pêşerojek aram misoger bikin?
Di çarçoveya vê fikarê de, Çiro Eli ku xwediya doktoraya di endezyariya mîmarî de ye û damezrînera CBI Environmental e, ji ajansa me re axivî.
Bandora şer a li ser jîngehê
Çiro Elî diyar kir ku ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve wêrankirina jîngehê li çar aliyê cîhanê berdewam kiriye û şer bûne sedema wêrankirina jîngeha herêmê. Çiro Elî tekez kir ku Şerê Vietnamê ji bo jîngeha herêmê şerê herî wêranker bû. Çiro Elî destnîşan kir ku qirkirina Helebçeyê hîn jî dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê, lê ew li ser qirkirin û windakirina welatiyan nîqaş dikin, ne li ser zirara jîngehê ya ku li herêmê çêbûye. Wê her wiha destnîşan kir ku li başûrê Iraqê perav hene ku gelek heywan lê dijîn, lê hikûmeta wir ji bo tepeserkirina xwepêşanderan perav vala kir û ev yek bû sedem ku welatî koçî wan deveran bikin.
‘Divê hikûmeta Iraqê bi rêya yasadanînê pêşî li pirsgirêkên jîngehê bigre’
Wê got “Welatên cîran, hewl didin bi birîna daran û wêrankirina jîngeha me, me tune bikin. Heman tişt li Herêma Kurdistanê jî diqewime. Me dît ku çawa gundên Kurdan di salên 1990’î de rastî jenosîd û wêrankirina ekolojîk hatin. Bi salan e em ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê dixwazin ku rê li ber welatên dagirker bigire ku ji bo me pirsgirêkên jîngehê diafirînin, lê Hikûmeta Herêma Kurdistanê nikare bi welatên cîran re danûstandinan bike. Ji ber vê yekê, divê hikûmeta Iraqê bi rêya yasadanînê pêşî li pirsgirêkên jîngehê bigire.”
Sedemên wêranbûna Kurdistanê
Wê her wiha da zanîn ku tevî dagirkerên cîran jîngehê dagir dikin û wêran dikin, di nav welêt de jî bi rêya çêkirina projeyên xaniyan jenosîd li dijî jîngehê tê kirin. Dr. Çiro nerazîbûna xwe wiha anî ziman: “Yekîneyên xanî jîngeha herêma me wêran dikin. Sîstema kapîtalîst, bi rêya çêkirina projeyên xaniyan, ji bo tevahiya civakê qirêjiya jîngehê û pirsgirêkan çêdike, di heman demê de apartman bêsebeb ber bi ezmanan ve têne çêkirin û paşê li derveyî Herêma Kurdistanê têne firotin. Li ser erdên me proje têne çêkirin da ku dewlemendiyê berhev bikin, ku ev yek dê bibe sedemek din ji bo wêrankirin û dagirkirina erdên me.”
Hêvî û pêşniyarên wê
Dr. Çiro di dawiya nirxandinên xwe de hêvî û pêşniyarên xwe wiha bilêv kirin: “Divê em daran biçînin da ku erdên xwe biparêzin. Divê em bi hezaran daran biçînin da ku ew nikaribin êrîşî jîngeha me û erdên me bikin. Divê rayedarên peywendîdar erkên xwe bicîh bînin da ku pêşî li wêrankirin û qirkirina erdên me bigirin. Divê alî, erkên xwe bicîh bînin û erdên me biparêzin.”