Li Taîzê ji ber trajediya tenduristiyê koçberî heta Rojhilatê Efrîkayê diçe

Operasyonên leşkerî li Yemenê, bûne sedema krîzeke mirovî ya dijwar ku bandorê li milyonan sivîlan dikin û wan ji pêdiviyên bingehîn bêpar dihêlin. NY’ê di der barê belavbûna nexweşiyên vegirtî de hişyarî da.

Navenda Nûçeyan – Yemen şahidiya rageşiyeke leşkerî ya bilez di nava şerên dijwar de ku li gelek eniyan gefê li aramiyê dixwe dike. Ev yek jî ji ber pêlên koçberiyê û kêmbûna sotemenî û xwarinê dibe sedema krîzeke mirovî ya xirabtir.

Rêxistinên mirovî yên navnetewî fikarên xwe yên li ser zêdebûna operasyonên leşkerî li Yemenê û bandorên wan ên xeternak li ser sivîlan anîn ziman û xwestin alîkarî bi domdarî bigihîje hemû deveran bi taybet bajarê Taizê.

Ji destpêka şer ve 233 hezar û 77 kes koçber bûne

Berdevka Rêxistina Navnetewî ya Koçberiyê, Zoe Brennan ragihand ku ji ber fikarên cidî yên der barê parastina malbat û komên xizan de, hejmara giştî ya koçberan ji destpêka şer û vir ve gihîştiye 233 hezar û 77 kesan, tenê li bajarê Taizê 121 hezar û 530 kes dijîn.

30 zarok hatine kuştin

Berdevkê UNICEF’ê jî piştrast kir ku ji destpêka Îlona sala borî ve nêzî 110 hezar zarok koçber bûne, hişyarî da ku pêla dawî ya tundiyê aramiya zarokên ku jixwe birçî ne. Her wiha da zanîn ku ev yek perwerdeya wan têk dibe û destnîşan kir ku rêxistinê piştrast kiriye, di encama vê zêdebûnê de 30 zarok hatine kuştin, 28 zarok birîndar bûne.

Der barê krîza tenduristiyê de hişyarî hat kirin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê jî der barê tendirustiyê de hişyarî kir û hat diyarkirin ku li Taîzê karesateke tenduristiyê ji ber pevçûnan ber bi deverên bajarî ve diçe tê jiyîn. Ji ber kêmaniyên oksîjen û dermanan, bi temamî xilasbûna kelûpelên neştergeriyê li 12 nexweşxaneyên bajêr û ji ber ku tenê ji bo çar rojan sotemenî maye, gelek kes bi tirsa şewba kolerayê re rûbirû ne û bal hat kişandin ku ev yek gefê li jiyana nexweşên diyalîzê û yên di beşa çavdêriyê de ne dixwe.

Berdevkê Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî piştrast kir ku 31 bûyerên kolerayê li kampa navendî ya Cîbûtî hatine tesbîtkirin. Ji wan 20 sax in, kesek miriye û hat gotin ku encamên krîzê bi Yemenê re sînordar nemaye.

Her wiha da zanîn ku zêdetirî 4 hezar kes ji Yemenê reviyane Rojhilatê Efrîkayê, 3 hezar û 800 kes gihîştine Cîbûtiyê û nêzî 200 kes jî gihîştine Somaliyê.