Li Şengalê Komploya 9’e Cotmehê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin

Komploya 9’ê Cotmehê û peymana Şengalê li navenda Şengalê bi meşeke girseyî hat şermezarkirin. Di meşê de hat gotin ku çavkaniya van peymanan yek e û hat diyarkirin ku dê berxwedana xwe berdewam bikin

Şengal-Hemû pêkhateyên Şengalê bi pêşengtiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî komploya 9’ê Cotmehê bi dirûşma ‘Komployên 9’ê Cotmehê kuştin, ferman û hilweşandin’ meşiyan. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên li dijî komplo û peymana 9’ê Cotmehê hatin hildan. Meş ku ji Mekteba Zarîfa Osê (Mekteba Sor) dest pê kir, heta navenda Asayîşa Êzidxanê berdewam kir.

‘Çavkaniya van peymanan hemû yek e’

Di meşê de berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico axivî û ev tişt anî ziman: “Em hemû peyman û komployan şermezar dikin. Çavkaniya van peymanan hemû yek e û çavkaniya xwe ji peymana Lozanê digire. Xwediyên vê dozê wê tu carî ne bi peymanan ne jî bi komployan tune nebin. Heman hêzên 1998’an Rêber Apo ji Sûriyeyê derxistin, heman hêzbûn peymana 9’ê Cotmehê li dijî Şengalê îmzekirin. Armanca peymana 2020’î tunekirina gelê Êzidî û berdewamkirina fermana 3’yê Tebaxê, ji holê rakirina îradeya gelê Êzidî bû.

‘Yên rê ji DAIŞ’ê re vekirin, peymana 9’ê Cotmehê îmzekirin’

Riham Hico  wiha gotinê xwe domand: “Armanca fermana 3’yê Tebaxê valakirina Şengalê bû. Hêzên ku peyman îmzekirin heman hêzên ku DAIŞ’ê anîn ser Şengalê û fermanê rakirin bû. Yên rê ji DAIŞ’ê re vekirin û sponsoriya wê kirin, peymana 9’ê Cotmehê îmzekirin. Me çawa fermana 3’yê Tebaxê û peymana 9’ê Cotmehê 10 sale vala derdixin, emê berxwedana xwe ya bi fikir û felsefeya Rêber Apo dewam bikin û li ser piyan jî bimînin. Rêber Apo 25 sal in ji bo em azad bijîn û bikarin xwe rêxistin bikin û bibin ê xwe, li hember her cûre êşkence û tundiyê li ber xwe dide. Wê berxwedan û têkoşîna me berdewam bike, ala berxwedanê û ya şehîdan wê her li ba be.”

Piştî daxuyaniyê meş bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû.

‘Çi erk bikeve ser milê me em ê pêk bînin’

Li ser komploya 9’ê Cotmehê jinên Êzidî ku tev li meşê bibûn ji ajansa me re axivîn.

Endama Yekitiya Ciwanên Êzidxanê Vejîn Şengalî di destpêka axaftina xwe de komployê şermezar kir û wiha got: “Îro hem salvegera komploya 9’ê Cotmehê ye û hem jî roja mohrkirina peymana li dijî Şengalê ye. Lê em wek ciwanên Şengalê hem komploya li dijî Rêber Apo hem jî peymana li dijî Şengalê tu carî qebûl nakin û çi erk û berpirsyarî bikeve ser mile me em ê pêk bînin.”

‘Divê em bêdeng nemînin’

Endama TAJÊ Delal Evdo jî got ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û valaderxistina hemû komployan her li ser piya bin û destnîşan kir ku dê tu carî hedef û armanca dijmin bi cih neyê.

Her wiha di heman mijarê de endama Koordînasyona TAJÊ Şemê Remo jî ev nirxandin kir: “Divê wek civaka Êzidî em li dijî komploya 9’ê Cotmehê ya li hember Rêber Apo bêdeng nemînin û ji bo pêkhatina azadiya wî rabin ser piyan. Em îro pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wek erkekî xwe dibînin. Tecrîd li ser Rêber Apo tenê ji aliyê dewleta Tirk ve neyê pêkanîn, li pişt vê tecrîda giran hêzên navneteweyî hene. Ji aliyê din ve banga min li hemû Êzidiyan û mirovên azadîxwaz heye divê rabin ser piyan nehêlin peymana 9’ê Cotmehê pêk were û komploya li dijî Rêber Apo bi temamî ji holê were rakirin.”