Aynûr Paşa: Bertekên navneteweyî dikarin bandorê li doza Rêber Ocalan bikin

Parêzer Aynûr Paşa di 26’emîn salvegera komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, tecrîda girankirî şermezar kir û destnîşan kir ku bi bertekên navneteweyî dikarin zextê li biryara siyasî bikin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo – Komploya navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan a ku di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de pêk hat. Parêzer û endama Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya ji bo Parastina Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Aynûr Paşa têkildarî vê mijarê ji ajansa me re axivî.

Aynûr Paşa got ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne li gorî dewletên hegemon bûye û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Mixabin dewletên hegemon li ser birêz Ocalan bûn yek û ew teslîmî Tirkiyeyê kirin, jixwe Tirkiye welatekî dijnetew tê naskirin û xebatên wê li ser vê bingehê ne. Li hemberî vê yekê Rêber Ocalan bi paradîgmaya neteweya demokartîk û wekheviyê tevdigere. Di heman demê de daxwaza wî ya aştiyê di Rojhilata Navîn de her hebû heta niha jî didome. Bêguman ev sîstem ne li gorî dewletên hegemon e loma bû sedem ku were girtin.”

‘Tirkiye zagonan naxe meriyetê’

Aynûr Paşa da zanîn ku dewleta Tirk bi lez û bi awayekî şeklî Rêber Ocalan dadgeh kiriye û wiha pê de çû: “Em ji bîr nekin ku Tirkiye yek ji berendamên Yekitiya Ewropayê ye, çi biryarên der heqê mafên mirovan de hebin divê bixe meriyetê ji ber ku îmze kiriye. Hevpeymana Yekitiya Ewropayê li dijî cezayên darvekirin û îşkenceyê ye, ji ber vê yekê Tirkiye mecbûr bû, nikarîbû vê cezayê pêk bîne lê li hemberî wê cezayên giran li ser birêz Ocalan birî.”

Guman û metirsî li ser rewşa wî ya tenduristî hene

Aynûr Paşa diyar kir ku metirsî û gumanên wan li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hene û wiha berdewam kir: “Parêzerên birêz Ocalan gelek caran serlêdana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kirine ji bo ku mafê wê yê hêviyê çêbibe û guhertin di cezayê wî de çêbibe, biryara guhertinê hat stendin lê mixabin Tirkiyeyê bersiv neda û di warê pratîkî de xebat nekir. Ev nêzî 3 salan e tu agahî jê nayê girtin. Ev yek dihêle ku guman û metirsiyên mezin li ser rewşa wî ya tenduristiyê û çêbibin. Ji mafê hevdîtina bi malbat û parêzeran hatiye bêparkirin. Li kêleka wê ji cîhana derve bi her awayî hatiye dûrxistin.”

‘Kampanyaya cîhanê û bandora wê ya li ser dozê’

Aynûr Paşa bal kişand ser kampanyaya cîhanî ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandora wê ya li ser biryarên der heqê doza wî de û wiha domand: “Kampanyaya cîhanî ya ku ji bo azadiya Rêber Ocalan li 75 dewletan dest pê kir, em jî weke însiyatîf beşdar bûn. Me serlêdana Meclisa Ewropayê û CPT kir her wiha me îmze kom kirin ji bo daxwaza azadîberdana birêz Ocalan. Vê gavê hişt ku êdî komîteya pêwendîdar rewşa Rêber Ocalan û girtiyên zindanê yên pê re bikeve rojeva wan de. Mirov dikare bibêje ku ev kampanya piştgirî û zextek bû li ser komîteya Wîzarî ya Ewropayê û navbera salekê dan Tirkiye ji bo pêkanînê. Tirkiyeyê sûcên terorê ferz dike û bi vê hêncetê cezayên giran li ser birêz Ocalan loma guhertinan di zagonên xwe de çênake.”

‘Pêwîstî bi îrade û piştgiriya gelan heye’

Aynûr Paşa tekez kir ku piştgiriya gelan û hevgirtina wan dê bibe sedema azadbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyan û wiha bi dawî kir: “Di encamê de biryara komîteya wezîran hêviyê çêdike ku guhertin di demên pêş de çêbibin. Bi sedan parêzer, kesayetên navdar, rewşenbîr û hunermend li ser asta cîhanê daxwaza azadiya Rêber Ocalan dikin, îmze kom dikin û serlêdan dikin. Ev tê wateya ku eger îradeya navneteweyî bibe yek, dikare bandorê li biryara siyasî bike. Îradeya gelan hişt ku biryara siyasî biguhere. Ji ber vê yekê gere ev kampanya berdewam bike û di asteke xurtir de piştgirî were dayîn ji bo pêkanîna azadiya Rêber Ocalan û çareserkirina doza Kurd li Tirkiyeyê û aliyên din ên Kurdistanê.”