Jinên dilxwaz alîkarêyê didin koçberên li Lubnanê

Gelek jin û xwendekarên zanîngehan li Lubnanê tevlî komeleyên alîkariyê bûne ji bo alîkariya koçberên di hundirê Lubnanê de bikin û ji wan re xwarinê pêşkêş dikin.

LAMÎS NASSER EBÛ ESSAF

Beyrût- Bi êrîşên Îsraîlê ên li ser Lubnanê bi pêlên koçberiyê jî destpêkirhejmara koçberên başûrê Lubnanê her ku duçe zêde dibe. zêde bûn her wiha operasyoneke koçberiyê nû jî li herêmên Bekaa û Dahiya Beyrûtê çêbû. Karê sereke li ser milê rêxistinên civaka sivîl ma û hikûmeta Lubnanê heya aniha bêdengiya xwe diparêz e û ne zelal e. Ev sekna hikumetê kareseta welat hîn zêdetir dike.

Sêntiya Mehdî dilxwazek e û di komeleyên alîkariyê ya li Başûrê Lubnanê dixebite. Sêntiya Mehdî di beşa Mmtbexê de kar dike û xwarinê ji zêdetirî hezar û 500 koçberan re amade dike. Hejmar rojane jî zêde dibe. Zêdetirî 800 koçber niha li herêma Kilîmênso tenê di nava Beyrûtê de ne.

‘Em di peydakirina madeyên sereke de zehmetiyan dişînin’

Sêntiya Mehdî wiha behsa karê xwe kir: “Ez berpirsa dayîna xwarinê ji du navendên stargehan re di nava Beyrûtê de me. Her wiha em hinek xwarin li koçberên derveyî navendên stargehan jî belav dikin mîna rûbera şehîdan. Em hin zehmetiyan di peydakirina madeyên sereke de dibînin. Her wiha nirxê xwarinê jî buha ye. Ez xwe dispêrim berhemên komeleyê yên sînordar û hin alîkariyên kesan." Pêwîstiya me bi dilxwazan heye ji ber piraniya wan xwendekarên zanîngehan e ji ber zanîngehên wan demkî bi sedema şer rawestiyan e. Lê belê di demek nêz de ew ê dest bi xwendina xwe ya Online bikin. Karê dilxwazî dema wan giştî dibe ji ber ew ji destê sibehê heta seatên dirêj ên şevê kar dikin.

‘Ji ber topbaranan di karên me de astengî derdikevin’

Yek ji xêrxwazan Zêna Şems El Dîn di komeleyê de agahiyên malbatên koçber tomar dike û ji aliyê meydanî ve bi heval û hevkarên xwe re serdana wan dike ji bo pêwîstiyên wan peyda bike. Encamên karê xwe bi komeleyê re parve bike da ku pêwîstiyên malbatan ên sereke peyda bike û tîmeke din wan pêdewîstiyan belav dikin.

Zêna Şems El Dîn wiha axivî:" komele betanî û hesîran belav dike û xwarinê jî dide koçberan. Karê di herêmên ne ewle de gelekî zehmet e ji ber bombebaran dewam dike û ez li ser selametî û ewlehiya heval û hevkarên xwe ditirsim. Em stratejiyeke taybet ji bo awayên kar dişopînin. Em weke jinên di hundirê komeleyê de em li ser hemû astên girtina biryarê amade ne. Ji rêvebirina komeleyê heta tîmên meydanî li ser erdê û heta metbexa alîkariyê dikin. Em nikarin bê jinan kar bikin. Tîma nirxandina meydanî jî ji jinan û ciwanan pêk tê. Ev yek kar hêsan dike ji ber gihîştina hin malbatan zehmet dibe.”

‘Em weke komele dikarin pêwîstiyên hezar û 500 malbatên koçber peyda bikin’

Nîna El Nebî jî dilxwazeke alîkariyê û dibêje: "Em zehmetiyan di sînorên civakî de ji aliyê malbatên xwe û civakê ve dibînin. Civak û malbat qebûl nakin ku jin kar bikin. Hin malbatên em wan dibînin jî ji jîngeheke girtî ne qebûl nakin jin û mêr bi hev re bidin û bistînin. Ji dema teqîna Porta Beyrûtê û heta roja me ya îro em li ser rûyê erdê kar dikin ji bo alîkariya kesên zirar dîtine bikin. Rêxistinên sivîl ên biçûk jî nikarin pêwîstiyan ji vê asta koçberiyê re peyda bikin. Em weke komele dikarin pêwîstiyên hezar û 500 malbatan ji bingeha milyonek koçber li Lubnanê peyda bikin. Divê ji bo peydakirina pêwîstiyên wan hikûmet û aliyên navneteweyî alîkar bin."