Li Şehbayê jinên ciwan meşiyan

Yekîtiya jinên ciwan a herêma Efrînê bi destpêkirina hemleya "tolhildan" li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê meşek li Şehbayê li dar xistin.

Şehba- Yekîtiya jinên ciwan a herêma Efrînê hemleyeke nû li ser asta Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya hamleya "Tolhildan" de destpêkir. Di heman çarçoveyê d e jinên ciwan meşek bi dirûşmeya "Bi xwe rêxistin kirinê em ê dagirkeriyê têk bibin şoreşa jinê misoger bikin" li dar xistin. Di meşê de hemû jinên ciwan ên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amade bûn. Beşdarvanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya jinên Ciwan, pankertên bi nivîsa "Em şopdarê şehîdên xwe ne","Li dijî qetîlama jinan tolhildan"û"Ji bo xwîna şehîdan tolhildan" hildan. Meş ji destpêka navçeya Fafînê heya wargeha berxwedan bi diruşmeyên “Bijî berxwedana Efrînê”,”Şehîd namirin”û “Bijî Serok Apo” dom kir. Meş li qada wargehê vegeriya mêtîngê, daxuyanî li ser navê Yekîtiya jinên ciwan xwendekara Lîlas Sîno ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye: "Di serî de ji bo tevahî jinên ciwan ger bixwezin xwedî li cewher û nasnemeya xwe derbikevin divê di asta yekemîn de rastiya dijminê xwe nasbikin. Ji Sekîna bigire ta Fîdanan û Avêsta bigire ta Barînan ji Viyanan bigire ta Nûjiyanan bûn pêşengê tevahî jinan, ji ber vê yekê îro tevahî dewletên faşîst û hegemûnîk di serî de dewleta tirk a dagieker ji bo vala derxistina fikir û felsefeya Rêber Apo ya azadiya jinê di şexsê jin û bi teyabet jinê ciwan de dixwazin hemû polîtîkeya xwe ya qirêj pêk bînin. Bi hemû cûreyan êrîş dike û jinên ciwan kirine armanca xwe, ji ber ku baş dizanin lewazkirina jinên ciwan tê wateya binpêkirina civakê bi giştî. Êrîşên ku li Kobanê pêk hatin ji Efrîna ku çar salin hatî dagirkirin ne qute û pê ve girêdayî ye. Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li ser Hesekê bi giştî di bin yek armancê de ji aliyê dijmin ve hatiye pilan kirin. dijminê kurdan gelekin bi taybet her dixwazin dîroka reş li ser me dubare bikin. Ji ber em jî bi doza xwe ve heya dawiyê girêdayî ne.”
Di daxuyaniyê de jinên ciwan peyama bilindkirina têkoşînê dan û gotin: “Em jî weke Yekîtiya jinên ciwan a herêma Efrînê, ji bo vala derxistina armanca dewletên hegemûn, ji bo xwedî derketina li ked û xwîna pêşengên me, şehîdên doza azadiya Kurdistanê û ji bo azadkirina Rêber Apo bi fizîkî ji girava Îmraliyê heya dawiyê helwesta me tolhidan e, em soza bilindkirina xeta tekoşîn û berxwedaniyê didin. Ji bo Şehîdên berxwedana Hesekê, berxwedana Serdemê û bi taybet ji bo rakirina tola şehîd Nûjiyan û rêhevalên wê emê têkoşînê bilind bikin. Em weke Yekîtiya jinê ciwan bang li giştî jinên ciwan dikin ku bi rihê tolhildanê rabin. Dem dema tolhildanê ye. Li dijî cinsiyetperestiyê tolhildan." 
Meş bi diruşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.