Rêxistina Jinên Ereb li ser mijara bandora qeyîranên heyî li ser jinan civiya

Rêxistina Jinên Ereb di komcivîna "Qeyîranên mezin ên cîhanî û li welatên Ereban bandora wê li ser jinan” de li Qahîreyê li hev kombûn û li ser pirsgirêkên heyî bandora wê li ser jinan û rêyên çareseriyê nîqaş kirin. Jinên beşdarî komcivînê bûn gotin: “Cîhan di nava qeyîranekê re derbas dibe ku bandoreke neyinî li ser hemû aliyên jiyanê kiriye, bi taybetî bandorek herî mezin li ser jiyana civakî kiriye. Li gorî lêkolînên herî dawî di rûbirûbûna van krîzan de jin li pêşin û herî zêde ji van kirîzan zirar dîtine, vê yekê hişt ku weke Rêxistina Jinên Ereb emlêkolînekê li ser vê mijarê bikin û encamên wê di vê komcivînê de bi raya giştî re par dikin.”

ESMA FETHÎ
Qahîra - Rêxistina Jinên Ereb têkildarî qeyîrana cîhanî ya heyî û bandorên wê li ser jinên welatên Ereban lêkolînek bi diruşma "Qeyîranên mezin ên cîhanî û li welatên Ereban bandora wê li ser jinan" amade kirin û 31'ê Çileya 2022'an di çarçoveya çalakiyên 53'yemîn a pêşangeha navneteweyî a pirtûkan a Qahîrayê de bi komcivînekê pêşkêşkirin. Bi amadebûna gelek kesayetên naskirî û lêkolînvanên li ser van mijaran lêhurbûnên wan hene hat pêşandan. Ji jinên di vê xebatê de cihê xwe girtî Rêvebira Giştî ya Rêxistina Jinên Ereb Fadiya Kîwan û Seroka Beşa Lêkolînên Weşangeriya Rêxistina Jinên Ereb Hind Mistefa têkildarî xebata wan a berfireh nirxandinên giring kirin.
Bandora qeyîranên heyî li ser jinan
Rêvebira Giştî ya Rêxistina Jinên Ereb Fadiya Kîwan got ku jin û keçên ciwan herî zêde di bin bandora qeyranan de ne, ji ber ku ew di eniya pêş a rûbirûbûnê de ne. Ji xwe piraniya jinan barê aramiya malbatê hildigirin û ewlehiya wê misoger dikin, ji ber vê yekê balkişandina li ser vê mijarê pêdivî bi zanebûn nêzîkbûn û piştgiriyê heye. Her wiha Fadiya Kîwan diyar kir ku ji bilî krîza koronayê ku bûye yek ji bandorên herî bihêz li ser jinan û tevahî cîhanê, şerê çekdarî û krîzên darayî yên cîhanî jî hene, lêkolîna herêmî behsa vê yekê bi hûrgilî di çar beşên sereke de kiriye.
“Di sala borî de me di qadên cuda de 14 lêkolîn li ser rewşa jinan kirin”
Seroka Beşa Lêkolînên Weşangeriya Rêxistina Jinên Ereb Hind Mistefa diyar kir ku di demê koronayê de ku gelek saziyan nekarîbûn karên xwe berdewam bikin ji ber qedexeya ji bo belavbûna veyrûsa koronayê, di wêdemê de rêxistinê bi awayekî berfirehtir lêkolînên zanistî yên hişyarîkirinê de xebatên xwe pêşxist. Hind Mistefa tekez kir ku rêxistin di sala borî de karî 14 lêkolînan di warên cuda cuda yên girêdayî jinan de bike ku di nav wan de lêkolîna di pêşangehê di dema rûniştina tejen a krîzên mezin ên cîhanî û bandora wan li ser jinan hate gotûbêjkirin de. Her wiha Hind Mistefa diyar kir ku komxebat ne li ser vekolîna lêkolînê bi xwe ye lê armanc dike ku gotûbêjê li ser mijarên pêwendîdar bi beşdariya komek ji beşdar û pirofesoran bê kirin.
“Li ser biçûkxistina rola jinan li hev dikin”
Di komxebatê de Rêvebirê Herêmî yê Mekteba Neteweyên Yekbûyî yê dewletên Erebî Luayî Shabana jî tekez kir ku welatên Erebî di rûbirûbûna qeyrana de ji hev cudabin jî di mijara jinan ji derveyî cihê biryarê girtinê de hemû bi hev re dibin yek, tevî ku hin dewletên Erebî yên weke Xelîc xizmetê ji bo jinan pêşkêş dikin jî ew xizmet bi parêzvaniya mafê jinan ve ne girêdayî ye û gelek dewletên Erebî bi vî rengî ne. Her wiha Luayî Shabana diyar kir ku êşên jinan nayên dîtin ku piraniya welatên Erebî nizanin hewcedariyên jinan ji yên mêran cudane û tekez kir ku ji bo bidestxistina mafê jinan pêwîstî bi hevgirtina rêxistinên herêmî û xwecihî û çalakvanan heye da ku zanistê belav bikin di nava civakê de û bi dewletan re bibin alîkar. Luayî Shaban çareseriya pirsgirêkê jî hevsengiya nav malbatê weke gava yekem dibîne.
“Welatên Ereban ji bo jinan qanûnan derdixe lê bi cih nayîne”
Di dawiya komxebatê de gotûbêj hat vekirin û lêkolînera navenda El-Ehram a ji bo lêkolînên siyasî û stratejî Emanî El-Tawîl jî qeyîrana ku jin pêre rû bi rû dimînin bi komek daneyên bingehîn ve nirxand û girêdana wan a çandî û olî nirxan her wiha da zanîn ku ew di wê baweriyê de ye ku rêxistinên cîhanî û herêmî bi hişyarî li hember van her du aliyan radiwestin.
Endama Meclisa Niştimanî ya Jinan Neşwa El-Hofî jî têkildarî mijarê wiha got: "Rewş heyî bi rastî jî pir zehmete, eger em behsa ji sedî 80 koçberên Ereb ên li cîhanê belavbûne dikin, di heman demê de em behsa jinên ku zarokên xwe ji bo ji sermayê biparêzin hembêz dikin ku di konên penaberan ên li ser sînorên cuda de dijîn, wê demê em çawa dikarin behsa bihêzkirina aborî, siyasî û civakî bikin. Pêwistiyên jiyanê yên weke xwarin, lênerîna tenduristî û xilaskirina ji birçîbûnê her wiha parastina ji germa û sermayê hîn jî li cîhana Ereban nayê peyda kirin û mijarek paşguhkiriye.” 
Derbarê nebûna mekanîzmayên rast ku jinan ji tundiyê biparêze de jî Neşwa El-Hofî wiha bilêvkiri: "Li cîhana me ya Erebî em yasayan derdixin, lê mixabin nayên pêkanîn. Cihê mixabiniyê ye ne Meclisa Niştimanî ya Jinan û ne jî polîs xwedî biriyarin û ji bo pêkanîna van qanûna bê hêzin."