Qatîlên Yasemîna 5 salî hatin girtin

Qatîlên Yasemîn Hentawî ya 5 ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hindirîn ve hatin girtin.

Minbic - 27`ê Çile li bajarê Minbicê yê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê zaroka bi navê Yasemîn Hentawî ya 5 salî ji aliyên kesên nenas ve piştî ku hatibû tecawiz kirin, qetilkirî hatibû dîtin. Ji wê demê ve Hêzên Ewlekariya Hundirîn di nava hewildanên ronîkirina bûyerê û darezandina qatîlan debû. Di serî de li Minbicê paşê jî li Kobanê û Qamişlo jin û saziyên parastina mafê zarokan daketin qadan û bi daxuyaniyên cuda bûyer şermezar kirin. 
Fermandehiya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêzên di encama lêkolîna li ser bûyerê de daxuyaniyek dan û diyar kirin ku wan li gorî hinek delîlên bijîşkan li ser cenaze peyîdakirî hinek kes girtine. Li gorî daxuyaniyê hat zanîn ku yek ji yên destê wan di bûyerê de heyî birayê wê yê mezin e û du xwişkên wê jî hewil dane ser bûyerê bigirin.