Li Qamişlo û Kobanê daxwaza cezakirina kujerê Yasemîn ê hat kirin

Yekîtiya Jinên Ciwan ya herêma Firatê û Komîteya Zarokên Şilêr a Qamişloyê li dijî qetilkirina zaroka bi navê Yasemîn ya 5 salî daxuyanî dan. di daxuyaniyan de daxwaza darizandina kujer hat kirin û teqez kirin ku ev doze doza raya giştîye û ewê li dijî hişmendiya zayendperest têkoşîna xwe bilind bikin.

Qamişlo/Kobanê- 27`ê Çile li bajarê Minbicê zaroka bi navê Yasemîn Hentawî ya 5 salî ji aliyên kesên nenas ve piştî ku hatibû tecawiz kirin, qetilkirî hat dîtin. Lêpirsînên hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê di derbarê vê cînayetê de dewam dikin. Nerazîbûnên li ser vê bûyerê her roja diçe mezin dibe. Li Kobanê Yekîtiya Jinên Ciwan li lîstgeha Hevaltiya Kobanê û Nerewêcê kom bûn û Komîteya Zarokên Şilêr ya bajarê Qamişlo jî li pêşiya navedenda Komîteya Civakî ya bajarê Qamişlo kom bûn bi daxuyaniyan qetilkirina zarokan şermezar kirin. Li Kobanê daxuyanî ji aliyê jina ciwan Behiya Ehmed, li Qamişlo jî daxuyanî ji aliyê Komîteya Zarokên Şilêr, Julye Xelo ve hate xwendin.
Daxuyaniya Yekitiyê jinên ciwan ya Kobanê wiha ye:
“Bi pêşketina şoreşa rojava li rojhilata navîn û li giştî cîhanê de mirovatî  derketinek mezin ava kir. Li dijî sîstema sermayedar û dagirker derketina şoreşa Rojava ji giştî cîhanê de bû hêviyek. Pirojeya rêber Apo ya civaka exlaqî polîtîk bû bingeha şoreşa Rojava. Civaka exlaq û polîtîk xwedî reftarên exlaqîne. Sistema sermeyedar rojane li ser civaka me êrîşên bê exlaqî pêktîne. Bi taybet piştî derketina şoreşê hêzên tarî wek çeteyên DAÎŞ û mîtên Tirk îmza li bin kiryarên hov û wehşane dane. Kiryarên wan hêzên tarî xwîna mirov dicemidîne. Tiştên herî qirêj û hov ku nayê bîra mirov pêk tînin. Beriya çend rojan bûyera zaroka pênc salî ya bi navê Yesmîn Hentawî bi destê wan hêzên tarî hatiye pêk anîn. Qetilkirina zaroka pênc salî ya Yesmîn hentawî  ne bûyerekî ji rêzê ye. Qetilkirina keça 5 salî bi destê hêzên xwîn xar hatiye kirin. Armanca têk birina exlaq û wijdana civakêye.”  
“Emê rê nedin bûyerên bi vî rengî”
Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Nîroz Bozan helwesta xwe ya li dijî bûyerê nîşan da û got: "Hişmendiya zayendperest ya ku temenê wê 5 hezar sal e heta vê rojê jî xwe li ser civakê û jinan ferz dike. Ji ber vê pêwistiya me bi têkoşîneke xûrt heye. Tecawizkirin û qetilkirina zaroka bi navê Yasmîn jî ji aliyê heman hişmendiyê de pêk hat. Ji ber vê em weke jinên ciwan bi tu şêwazî bûyer û kiryarên bi vî rengî napejirînin. Em dixwazin kujer were naskirin û pişt re li ser hovîtiya ku pêk aniye were darizandin. Em di nava civakê de têkoşîna xwe li ser bingehê bîrdoziya Rêber Apo dimeşîn, ji ber vê emê şoreş û destkeftiyên xwe biparêzin. Emê rê nedin bûyerên bi vî rengî ku careke din dubare bibe."
Daxuyaniya Komîteya Zarokên Şilêr a Qamişlo jî wihaye: 
“Di şeva 27’ê Çileya îsal de li bajarê Minbicê kuştineke qirêj di derbarê zaroka bi navê Yasmîn hate jiyîn, Yasmîn hîna 5 sal derbas nekiriye û rastî destdirêjî hatiye. Cenazeyê wê  li ser rêya bazara Minbicê hat dîtin. Ev ne kuştin û tewanbariya yekemîne li ser zarokan tê meşandin. Di van pêvajoyên ku herêm têde derbas dibin şer, talankirin, bê cihbûyîn, şerê derûnî û şerê taybet berdewam dike. Diviya bû me kar bikira ji bo pêşxistina kesayet û azadkirina ji hişmendiya koletiyê. Çi gunehê van zarokan hebû ku bibin qurbanê vê zihniyeta qirêj û qurbanê ajoyên lawirîvaniyê ku nekarîne xwe jê rizgar bikin. Diviya bû em parastina vê nifşê bikin û vê nifşê tune nekin. Kuştinên bi vî rengî li ser rûyê erdê , dibe kuştina qirêj û kirêt. Divê kesên ku van sûcan pêk tînin cezayê wan kujeran pir giran û tuj be. Em wek komîteya zarokan daxwaz dikin ku doza zaroka bi navê Yasmîn dozeke raya giştî ye. Bang û daxwaza me ji hêza ewlehiya hundirîn û aliyên pêwendîdar ku bi lêkolîn û derxistina tiştên wiha ye. Daxwaza edaleta civakî dikin ku cezayên giran bidin wî kujerê da ku zarokên me bikaribin bi awayekî aram û bijîn.”
“Divê Kujer bên ceza kirin”
Di berdewamiya daxuyaniyê de bang li raya giştî hat kirin ku kujer bê seza nemîne û wiha dom kir: “Herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriye rastî hemû rengên hovîtiyê ji aliyê dewleta tirk û hêzên teror ve tên, ev yek jî bi xwe re bandoreke neyînî li gelê herêmê dike. Ji bilî wê siyaseta şerê taybet li ser gelê civaka me tê meşandin ev dibe sedem ku bûyerên wiha pêşbikevin. Zarok bi hemû cureyên lêdan, tecawîz û tundiya di malê de rû bi rû dimînin ev yek jî berovajî dibe bi kar û xebatên saziyên pêwendîdar yên bi erk û xebata xwe radbin û belaviya civakê ji nûve kom dike. Em dibînin di hemû bajarên Sûrye de xerakirinek di bingeha civakê de çêbûye û li gor wê jî herêmên me cihê herî guncaw bû ji bo avakirina civakek demokratîk, ji bo wê em dibînin hemû pilan û êrîş di şexê civaka me de li ser vî gelî têne meşandin. Dibe ev ne bûyera yekemîne lê weke erk ji me tê xwestin em piştgiriya mafê van zarokan bikin û banga xwe bighînin saziyên pêwendîdar da bi berpirsyartiya xwe rabin û sûcdarên vê bûyerê bêne cezakirin.”