Li Şehbayê ji bo kesên ji Lubnanê vegeriyane xebat didomin

Piştî êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê ji 637 kesên hatin Şehbayê xebat didomin. Hevseroka Konseya Rêveber a Efrîn-Şehbayê Melek Al-Huseyîn, got ku tevî ambargoya hikumeta Şamê û êrişên dewleta Tirk ji bo pêdiviyên kesên hatine bi cih bînin dixebitin.

RÛBARÎN BEKIR

Şehba- Êrişên Îsraîlê yên di 8’ê Cotmeha 2023’yan de li dijî Lubnanê dest pê kirin, ji 23’yê Îlona 2024’an ve zêde bûne. Bi hezaran kes ji Lubnanê koçber bûn, hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî bû 3 hezar. Welatê ku herî zêde koçber hatinê, herêma Bakur Rohilatê Sûriyeyê ye. Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bi maseya krîzê ya ava kiriye, hewl dide pêdiviyên 19 hezar û 754 welatiyên ku hatine herêmê bi cih bîne.

Kantona Şehbayê ya ku piştî êrişên dewleta Tirk ên di sala 2018’an de li ser Efrîna çêbûn û hat dagirkirin; deriyên xwe ji koçberên Efrînê re vekir, niha jî koçberên ji Lubnanê hatine pêşwazî dike. Li Şehbaya ku êrişên dewleta Tirk li ser didomin jî di heman demê de ambargoya hikumeta Şamê jî heye. Koçberên ku li Lubnanê vegeriyan diyar kirin ku tevî mercên zehmet piştgiriya ku bibe mînak dîtine û behsa pêvajoya ku jiyane kirin.

Ji Efrînê berê xwe dan Lubnanê ji wê derê jî hatin Şehbayê

Qufa Seyfo ya ji Lubnanê koçber bûye got: “Piştî Efrîn ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, em çendek li Efrînê man lê ji ber kiryarên çeteyan ên li dijî gel û bêdengiya welatan li hemberî vê yekê, em êdî nikaribûn li bajarê xwe bimînin û me berê xwe da Lubnanê. Piştî ku em pênc sal li Lubnanê man, herêmên ku em lê dixebitîn ji aliyê Îsraîlê ve hatin bombekirin. Ji ber vê em ji Lubanê derketin û hatin herêma Rêveberiya Xweser Şehbayê, cihê ku koçberên Efrînê lê dimînin.”

Qufa Seyfo bang kir ku sivîl werin parastin, ji wan re cihekî bi ewle were çêkirin û dewleta Tirk ji cihên dagir kiriye derkeve.

‘Bi alîkariya Rêveberiya Xweser em ji Lubnanê derketin’

Amîna Abdo ya 2 sal li Lubnanê jiyaye û piştî êrişan berê xwe daye Şehbayê anî ziman ku piştî êrişan ji bo ew bi gelê Efrînê re bijîn hatine Şehbayê û got: “Bi alîkariya Rêveberiya Xweser em ji Lubnanê derketin û hatin vê derê. Heya em gihîştin vê derê Rêveberiya Xweser alîkarî da me. Ruxmê derfetên kêm jî cihê em lê bimînin amade kirin.”

‘Ger ne ji dagirkeriya dewleta Tirk bûya em ê li ser axa xwe bûna’

Hasna Elî jî destnîşan kir ku piştî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê ew bi zehmetî û goçberiyê re rû bi rû mane û got: “Ger li ser axa me dagirkeriya dewleta Tirk nebûya em ê hê li ser axa xwe bûna. Wê hewce nekira em biçin Lubnanê. Piştî em vegeriyan Şehbayê Rêveberiya Xweser hemû pêdiviyên me pêk anîn û niha tevî malbata xwe li Kampa Serdem dijîm.”

‘Em ji bo kêmkirina êşa gelê xwe kar dikin’

Hevseroka Meclisa Rêveber a Kantona Efrîn-Şehba Melek El-Hisên jî der barê koçberên ku ji Lubnanê hatine de wiha got: “Bi êrişên li ser Lubnanê re pirsgirêkên ku gelê me dijî zêdetir bûn. Weke pêdiviya berpirsiyariyên xwe ji bo kêmkirina êşa gelê xwe me jî weke Rêveberiya Xweser dest bi kar kir. Ji bo welatiyên ku vedigerin Kantona Şehba-Efrînê, Kantona Helebê û hemu deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê em ê xebatên xwe bidomînin. Weke Rêveberiya Xweser me civîneke awarte li dar xist. Me Maseya Krîzê ji bo rewşa kesên vedigerin bişopîne ava kir. Ew jî ji saziyên ku bikaribe alîkariyê bide welatiyên ji Lubnanê vedigerin pêk tê. Maseya Krîzê kesên ji cih û warên xwe bûne pêşwazî dike û agahiyan digre. Ger cihekî ku biçin hebe yan jî xizmên wan, hebin em wan dişînin gel wan. Ger tunebin jî em wan li cihê ku ji bo wan hatiye amadekirin bi cih dikin.” 

Melek El-Hisên anî ziman ku ji bo bicihkirina kesên ji Lubnanê hatine li Şehbayê kampeke nû tê avakirin û got ku niha 180 malbatên ku ji 637 kesan pêk tê li Şehbayê ne. Melek El-Hisên destnîşan kir ku ruxmê kêm derfetiyên heyî, rêgiriya hikûmeta Şamê ya li ser heremê û êrişên dewleta Tirk, Şehba amade ye ku kesên vedigerin qebûl bike û ji bo kêmkirina êşa wan ew amade ne ku hemu alîkariya pêwist bikin.