Di doza malbata Şenyaşar de biryara tehliyeyê

Di doza êrişa li dijî Malbata Şenyaşar de derbarê hemû girtiyan de biryara tehliyeyê hate dayîn.

Navenda Nûçeyan – Parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî malbata Şenyaşar kiribûn û sê ferdên malbatê qetilkiribûn. Pêvajoya darizandina bûyerê berdewam dike. Piştî êrişî ji bo êrişa li dijî kargeha malbata Şenyaşar û êrişa li nexweşxaneyê du lêpirsînên cuda hatibûn destpêkirin. Pişt re dosya kiribûn yek.  

Danişîna 8’emîn a doza ji her du aliyan 4 jê girtî derbarê 30 kesan de hatiye vekirin li 3’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê hate lidarxistin. Girtî Fadil Şenyaşar ê di êrişê de bavê wî û her du birayên wî hatin qetilkirin ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Amedê bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bû. Bersûcên din Enver Yildiz, Mekaîl Şîmşek û Celal Yildiz jî ji girtîgehên lê tên ragirtin bi SEGBÎS’ê tev li danişînê bûn. 

Daxwaza berdanê

Emîne Şenyaşar a di komkujiyê de hevjînê xwe û du kurên xwe winda kirin ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê tev li danişînê nebû. Parêzerên malbata Şenyaşar di danişînê de amade bûn. 

Di danişîna piştî tespîta nasnameyan dest pê kir de, dozger mutalaya xwe aşkere kir. Dozger, daxwaza tehliyeya hemû bersûcê girtî kir û xwest ku lêpirsîn were berfirehkirin. 

Parêzerên malabata Şenyaşar ên li dijî mutalayê mafê axaftinê wergirtin, îşaret kirin ku daxwaza tehliyeyê ya dozger di cih de ye û daxwaza tehliyeya Fadil Şenyaşar kirin. Parêzerên bersûcên din jî heman daxwaz kirin. 

Biryara “hefsa malê”

Dadgehê piştî navberê biryara tehliyeya hemû bersûcan da. Dadgehê derbarê bersûcan de biryara “hefsa malê” da û danişîn taloqî 21’ê sibata 2025’an kir.