Fîgen Yuksekdag: Em ê ji bo aştiyê piştgiriyê bidin

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari, Hevserokên berê yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş ziyaret kir. Hevserokan ji bo gotinên di demên dawî de ji bo aştiyê tên gotin peyama ‘Em ê ji bo aştiyê piştgiriyê bidin’ dan.

Navenda Nûçeyan- Hevserokên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, serdana hevserokên berê yên HDP’yê Selahattîn Demîrtaş û Şaredarê Bajarê Mezin ê berê Selçûk Mizrakli yên li girtîgeha Edîreneyê dimînin kiribû. Duh jî çûn serdana hevseroka berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag û parlamentera berê ya Amedê Semra Guzel ên li girtîgeha Kocaeliyê girtî ne.

‘Divê refleksa pêşî ji bo rakirina tecrîdê be’

Piştî serdanê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan peyamên siyasetmedaran ragihandin. Tulay Hatîmogullar, bi gotinên; "Di medyayê de hinek kes hewl didin dubendiya Ocalan-Demîrtaş biafirînin” diyar kir ku Demîrtaş di vê mijarê vê peyamê şandiye: "Bila tu kes hewl nede dubendiyek wiha biafirîne, ê min jî ji bo pêvajoyek ku çêbibe gotina ez bibêjim ew e ku divê refleksa pêşîn xwestina rakirina tecrîdê be.”

‘Em ê ji bo aştiyê piştgiriyê bidin’

Tulay Hatîmogullari, ragihand ku Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş wiha gotine: “Ger em li derve bin bêguman em ê ji bo aştiyê bixebitin lê em ê li hundir jî tişta ji destê me were bikin."