Li Şehba êrîşên dewleta Tirk hate şermezarkirin

Meclisa kantona Efrîn-Şehba êrîşên dewleta Tirk li ser Şehba û navçeya Şêrewa Efrîn bi daxuyanyekê şermezar kir.

Şehba- Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wî bi balefirên bê mirov di van demên dawî de li ser Şehba û navçeya Şêrewa ya Efrîna dagirkirî ku koçberên Efrînê lê bi cih bûne dijwartir bûne, malên gel û kampên koçberan dikin hedef, sivîl jî di nav de jin û zarok dibin hedefa van êrîşan û jiyana xwe ji dest didin. Ji bo şermezarkirina van êrîşên hovane ên dewleta Tirk  Meclisa kantona Efrîn-Şehba daxuyanî da.

Daxuyanî li pêşiya meclisa kantona Efrîn-Şehba li wargeha Serdem a navçeya Ehdasa Şehbayê bi beşdarbûna endam û nûnerên saziyan hate dayin. Her wiha wêneyên pakrewanên zarokan hate hildan. Daxuyanî ji aliyê endama meclisa Efrîn-Şehba Şîlan Şêxo ve hate xwendin.

‘Sivîl di nav de zarok û jin dibin hedefa êrîşan'

Şîlan Şêxo di destpêka daxuyaniyê de bal kişand ser têkçuyîna dewleta Tirk û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wî ji bo veşartina têkçûnên xwe yên li eniyên şer ên li hemberî Hêzên Rizgariya Efrînê, siyaseta xwe ya xwînmij a komkujiya li dijî sivîlan pêktîne.  Bi awayekî berdewam û rasterast sivîlên li gund, bajarok û kampên Efrînê û kantona Şehbayê bi balafirên bê mirov û topan dike hedef. Zarok, jin û pîr di nav de gelek şehîd û birîndar hene û ji aliyê medya û rêxistinên pêwendîdar ve têne belgekirin. Em li kantona Efrîn û Şehbayê, gel, sazî û partiyên sivîl, civakî û olî, êrîş û sûcên dewleta Tirk a li dijî sivîlan şermezar dikin.”

‘Em ê têkoşîna xwe ranewestînin'

Di dawiya daxuyaniyê de Şîlan Şêxo destnîşan kir ku heta Efrîn û herêmên dagirkirî rizgar nekin wê dev ji tekoşîna xwe bernedin û got: “Siyaseta hovane û xwînrêj a dewleta Tirk li dijî sivîlan bi armanca têkbirina berxwedana gelan e. Her wiha armanc valakirina herêmê ji bo derbaskirina siyaseta xwe ya berfireh li Sûriyê ye. Em ê jî heta rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên Şehbayê ku hatine dagirkirin têkoşîna xwe ranewestînin.”