Li gundên Urmiyeyê jin di perwerdehiyê de astengiyan dijîn

Komara Îslamî ya Îranê, piştî çil salan jî nikaribû pergala perwerdeyê ava bike. Di vî alî de Urmiye bûye herêmeke ku herî zêde ziyanê bibîne. Kêmaniya dibistan, mamoste û tesîsên perwerdeyê, dibe sedem ku jin ji mafên perwerdeyê bêpar bimînin.

KAZUYA MAKRÎ

Şîno – Taybetmendiyên fizîkê yên qada perwerdeyê, li ser kalîteya zanabûna xwendekaran û ceribandinan dikare bibe xwedî bandorek girîng. Lê belê gelek dibistanên li Urmiyeyê di rewşek xirab de ne. Kêmanî û nebûna herî mezin li bajar û gundan, bi taybetî ji bo zarokên keç li aliyên taxên bajaran hene.

Ji ber kêmaniya dibistanan herî zêde jin di bin xeterê de ne

Li Urmiyeyê bi kêmanî 5 hezar sinif hene. Li bajarên weke Bûkan, Hoy, Şîno, Naghadeh, Serdeşt û Pîranşarê, di nava herêmên ku bi taybetî pêwîstî bi berfirehkirina qadên perwerdeyê û pêşxistinê de ye. Ev rewş nîşan dide ku qada perwerdeya li van bajaran gihîştiye asta krîzê. Lê belê heman pirsgirêk li cihên din jî hene.  

Li gundan, bi taybetî di asta navîn û amadeyî de, kêmaniya dibistanan ji bo xwendekaran pirsgirêkek mezin e. Li herêmên weke Xelîfana girêdayî Mahabad, Kohesara li Salmas, Silvana li Urmiye û Lajan a li Bîranşarê, ev kêmanî rê li ber wê yekê vekir ku gelek xwendekar dest ji dibistanê berdin. Li hinek gundan ji ber perwerdeyên giştî di dibistanên seretayî û navîn de didin, malbat zarokên xwe naşînin wan dibistanan. Mînak Sara K. ya 17 salî ya ji gundê Şixan ê girêdayî Şînoyê, piştî dibistana navîn bi zoriyan temam kir, neçar ma dest ji perwerdeya amadeyî berde. Bi heman awayî Nazime V. ya 20 salî ya ji gundê Zingu yê li sînorê Îran-Tirkiyeyê, ji ber li gundên derdorê jî dibistanên navîn ên zarokên keç tunebûn tenê dikaribûye heta pola pêncan bixwîne. 

Zara K. ya 24 salî ji gundê Darsafin ê Serdeştê ji ber dûrbûna ji bajar piştî pola pêncem perwerdeyê nedomand. Mîna M. ya 25 salî ji gundê Yusefkend ê girêdayî Mahabadê, dema hat asta dibistana navîn tevî dibistanek dihat avakirin, weke gelek welatiyên herêmên gundewar neçar ma perwerdeya xwe di dibistaneke şevînê de temam bike.

Li gorî Rêxistina Jinûveavakirina Saziyên Perwerde û Hîndekariyê; qadên perwerdeyê yên li Urmiyeyê ji sedî 55 di bin standartên pêwîst de ne. Ji vana ji 120 xwediyên zêdeyî 20 xwendekaran in. Mamosteyek li gundê Kengesî yê Xoyê tevî ku ragihandiye dibistanên ku xwendekarên wan ji 10’an kêmtir in hatine girtin. Kêmaniya mamostayan, li qadên gundewar ên Urmiyeyê de, li giştî Îranê veguheriye krîzê. Di salên dawî de ji ber kêmaniya mamosteyan, hinek dibistanên gundewar heta demekê hatine girtin. Li hinek cihan di dibistanên seretayî de mamosteyên dînî yan jî gundiyên ku xwendin û nivîsa wan heye ji bo perwerde bidin hatine daxwazkirin. Ev pirsgirêk bi kêmaniya qadê re bibe yek, rê li ber firehkirina dibistanên gelek polan vekir û ev rewş neyênî bandorê li kalîteya perwerdeyê kir.

Bêparbûna jinan ji perwerdeyê

Urmiye li giştî Îranê di aliyê xwendekarên dest ji dibistanê berdayî de, piştî Sistan û Belucistanê, di rêza duyem de cih digre. Di dibistana navîn de rêjeya berdana dibistanê ji sedî 31 e û zarokên keç ên li herêmên gundewar beşa herî zêde ji pirsgirêkê bandor bûne ne. Di dema pandemiya COVID-19 de ev rêje zêdetir bûye, ji ber kêmaniya înternet û amûrên elektronîk gelek xwendekaran dest jî dibistanê berdan. Bi taybetî zarokên keç ên li herêmên gundewar, di derbasbûna perwerdeya dîjîtal de herî zêde ji vê rewşê zirar ditîne. 

Bêedaletî û encamên civakî

Ji ber sedemên perwerdeya bê edalet, pirsgirêkên weke hejmara dibistinan û tîpên wê, kêmaniya mamosteyan, pirsgirêkên din, zoriyên civakî û aborî, nêzîkatiyên şaş ên çandî bi hev ve girêdayî neyênî bandorê li perwerdeya jinan dikin. Ev pirsgirêk dibin sedem ku jin dest ji jiyana perwerdeyê berdin, di temenê zarok di bizewicin, aboriya xwe ya serbixwe bi dest nexin û ji mafên xwe yên bingehîn bê xeber bin. Ev hemû rê vedikin ku di her alî de tundiya li dijî jinan zêde bibe.

Piştî çil salan Komara Îslamî ya Îranê, bi ser nexsit ku di perwerdeyê de edaletê û qadek gucaw ava bike. Piraniya dibistan û pirtûkxaneyên li Urmiyeyê ji aliyê kesên dilxwaz û rêxistinên civaka sivîl ve hatine avakirin. Gelek keçên ku li bajar û gundan ji derfetên labaratuar, salonên werzîşê û sîstemên bi aqil bêpar in. Di van şertan de çûyîna zanîngehê, girtina perwerdeya akademik ji bo gelek jinan bûye xeyalek ku nikarin bigihîjinê. Di destpêka van astengiyan de berdewambûna hebûna rejîma Îranê tê.