Ceylan Akça: Tirkiye bendava Tişrînê ji bo xwe weke para bazarê dibîne

Parlementera DEM Partiyê Ceylan Akça diyar kir ku Tirkiye ji ber bêdengiya navneteweyî cesaret digre û êrîşên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê didomîne û got: “Tirkiye, li polîtîkayên Îsraîlê dinêre û sûcên xwe didomîne.”

Amed – Êrîşên dewleta Tirk, ji 8’ê Kanûna 2024’an ve heta niha li ser bendava Tişrînê û pira Qereqozaqê didomin. Li dijî êrîşan gelên herêmê Kurd, Ereb, Ermenî û Suryanî, ji 8’ê Çileyê ve li bendava Tişrînê nobetê digrin lê dewleta Tirk çend car in êrîşê sivîlan dike heta niha bi dehan kes hatine qetilkirin.

Parlementera Partiya Demokrasî û Wekehviya Gelan (DEM Partî) ya Amedê Ceylan Akça, li ser êrîş û armancên dewleta Tirk ji ajansa me re nirxandin kir.

‘Tirkiye hewl dide bi riya SMO’yê bigihîje armanca xwe’

Ceylan Akça bal kişand ku bi ketina rejîma Beasê re Tirkiye ji bo li Sûriyeyê bibe xwedî gotin careke din ketiye nava tevgerê. Ceylan Akça, diyar kir ku Tirkiye bi van komên çekdar ên ji DAIŞ’ê veqetiyane hewl dide bigihîje armanca xwe. Ceylan Akça da zanîn ku bi desteka Tirkiyeyê ya ji van koman re “artêşeke ku bi kontrol dixebite” derketiye holê û wiha domand: “Tirkiyeyê van koman anî ba hev, hinek navên Osmanî li wan kir. Dûre bi navê “artîşa milî ya Sûriyeyê” anî ba hev. Ji bo ku vê rewşê meşrû bike, li Enqereyê ji bo Sûriyeyê hikumeteke demkî ava kir. Vê hikumeta demkî jî weke ku hêza siyasî ya li serê artêşê be, dest bi rola xwe kir lê hêzên bi pêşengiya HTŞ’ê piştî ku rejîma Beasê dest ji desthilatdariyê berda berê xwe dan Sûriyeyê, vê yekê ji bo Tirkiyeyê hêvkêşiyek nû ava kir.”

‘Hewl didin Kurdan ji derve bihêlin’

Ceylan Akça diyar kir ku Tirkiye hewl dide di rewşa nû ya Sûriyeyê de Kurdan ji derve bihêle cih ji xwe re çêbike û bal kişand ku gava herî girîng a vê yekê jî bendava Tişrînê ye.

Ceylan Akça bi gotinên; “Ji ber bendavan birîna Tirkiyeyê heye” diyar kir ku Tirkiye li ser bendav û avê polîtîkayek qirêj dimeşîne. Ceylan Akça got: “Bendavên li ser çemên Firat û Dîcleyê çêkirine, li dijî Iraqê bi kar tîne. Bi van bendavan, ava ku diçe Iraqê kontrol dike. Avê dibire, bi birandina avê krîza siyasî ya li wê derê zêde dike û ji vê krîzê şantaja siyasî diafirîne. Êrîşên li ser bendava Tişrînê jî bi heman armancan siyasî tên kirin.”

‘Tirkiye bendavê ji bo xwe para bazarê dibîne’

Ceylan Akça diyar kir ku Tirkiye bi girtina kontrola bendavê armanc dike di rêveberiyê de bibe xwedî para bazarê û got: “Tirkiye, hewl dide Kurdan derxe derveyî bendavê, bigre bin kontrola xwe, li dijî HTŞ’a ku hatiye ser rêveberiyê ji xwe re para bazarê ava bike.”

Ceylan Akça, li ser polîtîkaya Tirkiyeyê li ser bendava Tişrînê ev nirxandin kir: “Di vê sedsala ku behsa guherîna avhewayê tê kirin de, bendav û av pir girîng in lê bendav bûne amûrên bazara polîtîk. Tirkiye jî vê yekê dizane, hewl dide SMO’yê li wê derê bi cih bike, bibe perçeyek ji rejîma Sûriyeyê.”

‘Tirkiye ji bêdengiya navneteweyî cesaret digre’

Ceylan Akça diyar kir ku Tirkiye bi şopandina polîtîkayên şer ên Îsraîlê, êrîşên xwe didomîne û got ku bêdengiya hêzên navneteweyî jî cesaretê dide Tirkiyeyê.

‘Divê saziyên têkildar bikevin tevgerê’

Ceylan Akça bal kişand ku li dijî hedefgirtina gelê sivîl divê saziyên têkildar, ji bo pêkanîna peymanan bikevin tevgerê û gotinên xwe wiha domand: “Di êrîşan de gelek mirovên sivîl û rojnameger hatin qetilkirin. Ev êrîş her roj bi awayê sîstematîk didomin. Bi awayê vekirî sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin lewre dizanin ku mekanîzmayên sereke dengê xwe dernaxin. Demek berê dozgerê UCM’ê kesê ku li serê HTŞ’ê ye ziyaret kir lê der barê sûcên wî kesî de tu nirxandin nekir. Tirkiye jî ji ber ku dizane ji ber sûcên şer ên ku kirine nayê mehkûmkirin, bi bi rehetî tevdigere.”

‘Divê hêviya jiyanê ya li Rojava çêbûye were parastin’

Ceylan Akça, got ku li dijî rêveberiyên rastgir û zayendperest ên li cîhanê dengê wan bilind dibe, Rojava ji bo jiyanê hêvî û model e û diyar kir ku divê vê hêviya ku ji bo gelan ava bûye were parastin. Ceylan Akça diyar kir ku vê paradîgmaya ku jiyandar bûye ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê re bûye hêvî û wiha bi dawî kir: “Niha pêvajoyek ku mafên siyasî û civakî yên jinan û gelan dikevin bin xeterê heye. Gelê Kurd û jin dizanin ji bo ku sedsaleke din jî winda nekin divê li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê zêdetir divê jin Rojava biparêzin.”